Komeleya Stêrk

Nûçeyên Jiyan/Civak

Şemî 19 Tebax 2023 - 00:15

Komeleya Stêrk a Şopandin û Parastina Mafê Zarokan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 6`ê Tebaxa 2023`yan bi armanca bidawîkirina tundiya li ser zarokan û şopandina mafên zarokan, di bin dirûşmeya “Her zarokek stêrkek e” hat avakirin. Komele bi alîkariya Roja Sor a Kurd a Swêdê, li bajarê Qamişloyê hat vekirin.

Êriş bandorê li zarokan dikin

Berdevka Komeleya Stêrk Cûliya Xelo têkildarî armanca vekirina komeleyê û armancên wan ên dema pêş axivî.

Cûliya Xelo diyar kir ku zarokên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ber êrîşên dagirkeriyê yên li ser herêmê di rewşekî zehmet de dijîn û got:“Bi taybet li herêmên dagirkirî bandoreke pir xerab li ser derûniya zarokan çêdibe.”

Cûliya diyar kir ku bi sedema êrîşên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên kirin, bandoreke pir mezin li ser psîkolojiya zarokan çêdibe û got;“Li ser vê bingehê ji bo avakirina cihên dermankirina derûnî yên zarokan, em hewl didin di dema pêş de projeyan pêş bixin.”

Ji bo hemû zarokên Sûriyeyê ye

Cûliya ji bo armancên wan ên dema pêş jî, eşkere kir ku ew ê kar û xebatên xwe li ser asta Sûriyeyê berfirehtir bikin û ev agahî parve kirin: “Em tevî gelek saziyên têkildarî mafên zarokan hewl didin ku hevbeş kar û xebat bimeşînin û projeyên berfireh pêş bixin. Ev proje wê li ser asta Sûriyeyê bin. Komele wê ji bo zarokan xebatên hunerî û çandî jî pêş bixe.” Cûliya da zanîn ku armanc dikin li tevahî bajarên Sûriyeyê navendên xwe vekin. Culiya destnîşan kir ku ji bo zarok xeyal û armancên xwe pêk bînin, ew hewl didin bibin bingehekî baş, her wiha ew hewl didin çalakiyên mîna şahî, mîhrîcan, perwerdeyên malbatî û yên zarokan jî pêk bînin, serdana malbatan bikin.

ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.