• Di doza li dijî rêveberên NCDK a Stuttgartê de derket holê ku polês di dema serdegirtina malan de sûc kiriye. Parêzeran xwest temamê belgeyên polêsan desteserkirine ne lê bên dîtin. Dozgeriyê jî komele qanûnî dîtin lê karûxebata wan weke sûc terîf kir.

BERFÎN DENIZ/STUTTGART

 

Li bajarê Elmanyayê Heilbronnê, li 5 kesên ku di navbera 2016 û 2017’an de li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) hevserokatî û alîkariya hevserokatiyê kirine, doz hatibû vekirin. Rûniştinên van dozan dest pê kir.

Li Heilbronnê, polêsê Elman 27’ê Mijdara 2019’an bi ser malên rêveberên NCDK’a bajêr de girtibû. Di nava wan kesan de yên ku doz li wan hatiye vekirin, nûçegihanê me û hevserokê Konfederasyona Gelan a Kurdistanê (FED-GEL) Saît Ozturk jî heye. Bi giştî doz li 5 kesan hatiye vekirin û rûniştina sisiyan a dozê 10’ê Cotmehê bi rê ve çû. 

 

Hêmanên nûçeyê sûc hesibandin

Di îdîanameyê de nîşandana alayên PKK û KCK’ê di pîrozbahiya 27’ê Mijdarê de sûc hat hesibandin. Di serdegirtina malan de arşîva deh salan a nûçegihanê me Saît Ozturk hatibû desteserkirin. Dozgeriyê ev arşîva ji hevpeyvîn, fotograf û vîdeoyan ên ji bo nûçeyan, weke sûc di îdîanameyê de bi cih kir. 

 

Raporên komeleyê jî kirin sûc 

Di rûniştina li Stuttgartê de ya 10’ê Cotmehê, wêneyên şahiyên piştgiriya bi Rojava re yên sala 2017’an hatin lêkolan da ku bê tesbîtkirin ka gelo kesên tên dadgehkirin, li nav wan in yan na. Wekî din hewl hat dayîn bê tesbîtkirin, ka NCDK’ê yan kesên tên dadgehkirin ew şahî organîze kirine yan na. Saît Ozturk di rûniştinê de got, “Raporên federasyonê yên di arşîva min de weke sûc hatin hesibandin. Pê re jî, NAV-DEM û KON-MED ên ku federasyon ser bi wan in, weke saziyên nêzî PKK’ê hatin nirxandin. Gotin, dernek qanûnî ne, lê karûxebata wan qedexe ye”.

Saît Ozturk bal bire tiştên ku dozgeriyê sûc hesibandiye û got, “Çalakiyên me yên li dijî qetilkirina jinên Êzîdî, bibîranînên şehîdan û civînên me yên gel jî sûc hesibandine. Ji min re dibêjin, gava tu dipeyivî dengê te bilind e û tu xelkê sor dikî.” 

 

Delîl ne qanûnî ne

Di rûniştina duşema bihurî de 3 polêsên bi ser malan de girtî jî weke şahid îfade dan. Parêzeran ji polês re got, “Lazim e hûn sedema serdegirtina malê bixwînin. Lazim bû we ji muwekilê me re bigota, hûn dikarin mafê xwe yên bêdengmayînê bi kar bînin yan jî daxwaza parêzer bikin. Gelo we ev kirin?” Polêsan got, nayê bîra me, em nizanin.”

Parêzeran got, tiştên li malê hatine girtin, yek ji wan jî ne sûc e û ya hatiye kirin li dijî hiqûqê ye. Parêzer ji ber ku di dema serdegirtina malê de ne hazir bû, mafên qanûnî jî nehatine xwendin, delîl ne qanûnî ne û li ber van delîlan bi miracaeteke hiqûqî rabû. 

Parêzeran ji polêsan wekî din pirsî, gelo delîleke we heye ku komeleyên Kurdan sûc kiribe, wan jî got, “Di destê me de ti delîl nîne”.

Rûniştina dozê wê 21’ê Cotmehê dewam bike.

 

Dev ji krîmînalîzekirina Kurdan berdin

Duşemê li ber deriyê dadgehê çalakiyeke piştgiriya bi Kurdan re hebû. Di axaftinan de hat gotin, êdî dev ji krîmînalîzekirina Kurdan berdin. Hevseroka Konfederasyona Civakên Kurdistanî ya Elmanyayê (KON-MED) Zubeyde Zumrut got, di şexsê kesên li Stuttgartê tên dadgehkirin, siyaseta zexta li dijî komeleyan pêk tê anîn û wiha peyivî: “Em van siyasetên zextê qebûl nakin. Tişta li vir ecêb ew e ku ji 5 kesên li vir tên dadgehkirin, 3 jin in. Têkoşîna jinên Kurd a li dijî DAIŞ’ê dinyayê hemûyî dît, dinya li ser dipeyive. Lê li vir hevalên me yên hevserokatî kirine, bêyî ku ti sedem û hincet bê nîşandan tên dadgehkirin.”