Komeke din berê xwe da Tişrînê

Şemî 11 Çile 2025 - 03:20

Xelkê herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi armanca şermezarkirina êrişan û ji bo piştgiriya bi QSDˈê re, li bendavê di nobetê de ne. Komeke din ku ji sedan xelkê li Hesekê, Til Temir, Zirgan, Dirbêsiyê, Amûdê û Şedadê pêk tê, bi heman armancê berê xwe da bendavê. Li bajarê Til Temirê bi dehan kes li pêşiya navenda Meclisa Malbatên Şehîdan kom bûn û berê xwe da bajarê Hesekê. Bi dehan şêniyên bajarê Dirbêsiyê jî ji pêşiya Navenda Çand û Hunerê hatin gel hev, ber bi Hesekê ve bi rê ketin. Xelkê Zirganê jî tevî karwanê xelkê Dirbêsiyê berê xwe da Hesekê. Karwanê şêniyên bajarê Amûdê jî yekser berê xwe da Çerxerêya Panorama ya li bajarê Hesekê.

Li bajarê Şedadê jî bi sedan kesî berê xwe da bajarê Erîşê û bi karwanê xelkê Erîşeyê re berê xwe da Hesekê.

Şêniyên bajarê Hesekê li Çerxerêya Panorama ya li başûrê bajar kom bûn û beşdarî karwanên xelkên ji bajarên din ên Cizîrê bûn. Karwanên gel ên ji wan bajaran ku li Hesekê gihaştin hev, ber bi Bendava Tişrînê ve bi rê ketin.

Moralê me bilind e 

Roja 8 Çile bi hezaran şêniyên ji pêkhateyên Kurd, Ereb û Suryan ên kantonên Cizîrê, Reqa, Tebqa û Firatê ji bo rawestandina êrişan û parastina Bendava Tişrînê berê xwe dan bendavê. Xelkê li gorî koman xwe bi rêxistin kirine li Bendava Tişrînê nobetê digirin. Tevî sermayê jî xelk bi israr e parastina Bendava Tişrînê bikin, nemaze ku bendav ji bo gelê Sûriyeyê cihekî girîng e. Komeke nobetê xwe çayê daniye ser agir û xwe li ber agir germ dike, diyar kir ku moralê wan bilind e û wê bendavê biparêzin. Nobeta li bendavê dewam dike.

Malbatek li ser şopa şehîdan

Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi biryardariyeke mezin ji bo parastina xak, av û bendava xwe di 8'ê Çileyê de ketin nava liv û tevgerê. Bi armanca piştgiriya ji bo berxwedana şervanên YPJ û QSD'ê gel bi rê ket, bi rengekî konvoyê gihîşt Tişrînê. Di vê meşa bi heybet de ku bi deh hezaran kes tevlî bûn, ji her temenî mirov hebûn. Yek ji beşdarên vê konvoyê ku xwe gihand Bendava Tişrînê Emel Hesen Botî ye. Hevserê wê Mehmûd Kobanê li çiyayê Kezwana şehîd bû. Emel Hesen dayika sê zarokan e û li gel zarokên xwe ji bo parastina Bendava Tişrînê li gel şervanan di nobedê de ye. Emel Hesen li ser hebûna xwe ya li Tişrînê got:"Weke hevjîna şehîdekî bi sê zarokên xwe 2 roj in li Bendava Tişrînê me. Ji bo parastina bendav û xaka xwe em li vê derê ne. Ji bo piştgiriyê bidin berxwedana şervanên QSD'ê em hatin vê derê. Bendava Tişrînê bi xwîna şehîdên me azad bû. Îro ew roj e ku ji bo xwedîderketina li xaka xwe em li ser şopa şehîdan bimeşin. Dewleta Tirk gelek caran êrîşî konvoyê kir, lê belê em netirsiyan; me rêya xwe dewam kir, ji biryardariya xwe venegeriyan. Êrîş hîn jî dewam dikin lê belê em natirsin. Bi saya hevrêyên xwe yên ku îro li eniya pêş şer dikin em li vê derê ne û hêzê didin berxwedana QSD'ê. QSD hêzê ji me werdigire."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.