KOMAW: Cenazeyan teslîm bikin!   

Nûçeyên Dîaspora

Çarşem 3 Mijdar 2021 - 05:34

Komeleya Malbatên Şehîd û Windakiriyan (KOMAW) bi bîr xist ku Dayikên Aştiyê yên li Sêmalkayê, ev qederê mehekê ye ku ji bo wergirtina cenazeyên zarokên xwe çalakiyê dikin û bang li PDK’ê kir da ku bersivê bide daxwazên dayikan.

KOMAW´ê xwest PDK cenazeyê gerîlayên ku hêzên wê ew li Xelîfanê di kemînê de şehîd kiribûn, teslîmî malbatan bike.

KOMAW ji Rêveberiya Hewlêrê re dibêje,“Di 28-29’ê Tebaxa 2021’ê de li Xelîfanê hêzên we li pêşiya 7 gerîlayan kemîn danîbû. Hakî Zîlan ê ku sax filitîbû ev xiyaneta qirêj bi zelalî teşhîr dike û balê dikişîne ser hevalekî xwe yê birîndar û 5 hevalên xwe yên şehîd, û we her şeş birine.

Berê jî 3 gerîlayên HPG’ê hatibûn nêzî vê derê, we dîsa kemîn li pêşiya wan danîbû û we ew şehîd kiribûn. Hê jî derbarê van 3 gerîlayan de we ti agahî nedaye!
Li hemberî vê helwêsta we ya Dayikên Aştiyê ji bo wergirtina cenazeyên gerîlayên fedaiyên Kurdistanê ne, li ser sînorê Rojava – Başûr li ber Deriyê Sînor ê Sêmalkayê çalakiyê dikin.
Em bang li serokên PDK’ê yên li ser Rêveberiya Başûr dikin; bersiveke rast bidin daxwazên Dayikên Aştiyê, gelê Kurd, û cenazeyên zarokên wan ên şehîd teslîmî wan bikin.

Rêya rast yan bêrûmetî?

Gelo hûn ê guh bidin îrade û daxwaza Dayikên Aştiyê û gelê Kurdistanê û rêyeke rast hilbijêrin, yan jî hûn ê li gorî daxwazên mêtinger û qirker ên dewleta Tirk tevbigerin, rêya bêrûmet hilbijêrin û qetlîamên wan bidomînin?

Di şexsê Şoreş, Tolhildan, Axîn, Birûsk, Serdem û Serwer, şehîdên Xelîfanê, em şehîdên Kurdistanê careke din bi rêz û hurmet bi bîr tînin û sersaxiyê ji malbat, heval û gelê Kurdistanê re dixwazin.”

FRANKFURT

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.