- Aldar Xelîl: Tirk bi rengekî pirr hovanê bi şêwazên cûr bi cûr miameleyên dijmirovajî bi goristanan re kirin. Heger cîhan bixwaze rastiya hovîtiya dewleta Tirk nas bike bila şandeyeke lêkolînê bişîne herêmê.
CÎHAN BÎLGÎN
ANHA/QAMIŞLO
Ji bo eşkerekirina rastiya hovîtiya dewleta Tirk li herêmên dagirkirî, Aldar Xelîl bang li parazvanên mafên mirovan kir da ku şandeyeke bêalî bişînin herêmê û lêkolînan bikin. Aldar Xelîl wekî din destnîşan kir ku bidawîkirina van sûcên dijmirovahî bi xurtkirina têkoşînê wê pêk were.
Endamê Desteya Hevserokatiyê ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl got, bi hedefgirtina sembolên têkoşîn û berxwedanê re Erdogan bûye Hîtlerê duyemîn.
Aldar Xelîl got, dewleta Tirk li ser mîrasa Osmaniyan a hov hatiye avakirin: “Armanca damezrandina komara Tirk a yekem tinekirina Kurdan bû. Siyaseta wan ew e ku divê li beramberî wan ti gelê cûda nejî. Ew ne ku tenê erdnîgariyê dixin destê xwe, her dem dixwazin gelên din bihelînin û tine bikin. Bi taybetî van demên dawiyê bi destpêkirina Bihara Gelan re ji xwe re kirin biryar ku beriya temamkirina sedsala peymana Lozanê tevliheviyên heyî ji xwe re bi kar bînin û careke din Komara Tirkiyê li ser nexşeya berê ya Osmaniyan lê hikûm dikir, ava bikin.”
Nikarin berxwedanê veşêrin
Aldar Xelîl destnîşan kir ku tevî dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, îradeya gelê herêmê nehatiye şikandin: “Erdogan şikandina ruhê berxwedana gelê Efrînê ji xwe re kiriye hedef. Gelê Efrînê gelekî berxwedêr e. Îsbata wê jî berxwedana gelê Efrînê û koçberên wê yên di konan de ye. Erdogan ji vê nerazî ye û naxwaze ew hêrsa vegerê û azadkirinê di nav gel de bimîne. Ji ber wê çeteyên wî li ser hemû rengên êşkence, revandin û qirkirin daye perwerdekirin. Her wiha perwerdeya xwe li ser nifşên nû dide ferzkirin, aboriya xwe li ser wan dide avakirin, xwezaya li wir xera dike, demografiyê diguhere. Êdî ew nikare berxwedana li Efrînê veşêre. Niha dixwazin ruhê berxwedanê bişikînin. Sembola berxwedanê şehîdên ku xwe ji bo gelê xwe feda kirin e. Bi rengekî hovane, qebûl nakin ku gorên şehîdan di wê xakê de bimînin.”
Dixwaze dagirkeriya xwe bide qebûlkirin
Aldar Xelîl bal bire ser çûyîna Erdogan a Qibrisê û ya Suleyman Soylu a Efrînê û got, ev ne tesadûf e, ev çûyîn ji bo mayîndekirina dagirkeriyê ye: “Dixwazin peyamekê bidin raya giştî ya cîhanê ku dibejin, ‘bila ti kes ji min re nebêje ji vir derkeve. Wek çawa ez berê ketim Qibrisê û heta niha tê de me, ez ê têkevim Efrînê jî û ji wir dernakevim.’ Piştgirîdayîna sûcên çeteyan jî bi vê rêyê zêdetir dikin.”
Aldar Xelîl der barê bêdengiya raya giştî beramberî hovîtiya dewleta Tirk li herêmên dagirkirî jî got, “Raya giştî ya cîhanê ketiye bin bandora sîstema deshilatdar a cîhanî. Ev sîstema cîhanî berjewendî û pergala modernîteya kapîtalîst esas digire. Me ti îşaret ji wan nedîtiye ku rojekê bifikirin ku van aloziyên li Rojhilata Navîn rawestînin. Xuya ye ku biryara ti kesî ji bo çareseriyê tine ye. Mijarên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Efrînê, beşek ji pirsgirêka Sûriyê ne. Hovîtiya dewleta Tirk ne xema ti kesî ye, her kes hesabê berjewendiyên xwe dike. Raya giştî zû bi zû helwestên li dijî dagirkeriyê û dewleta Tirk nîşan nade. Ji ber wê divê têkoşîna me û ya gelê cîhanê li dijî dagirkeriyê bi pêş bikeve.”
Sûcên dewleta Tirk belge bikin
Aldar Xelîl destnîşan kir ku Erdogan bi sûcên xwe, bûye Hîtlerê duyemîn û wiha pê de çû: “Dema Hîtler kiryarên dijmirovahî pêk dianîn, ti kesî tiştek jî nedikir. Piştî ku Hîtler bi bin ket her kesî sûcê Hîtler anî ziman. Niha Erdogan jî di rewşeke wiha de ye. Erdogan Hîtlerê duyemîn e. Bala xwe bidinê, kes wiha zêde helwestên tund li dijî Erdogan nîşan nade. Pêwîstiya me heye ku em rêxistina xwe xurt bikin, hêza xwe komî ser hev bikin, li dijî dagirkeriyê hewl bidin.”
Endamê Desteya Hevserokatiyê ya PYD´ê Aldar Xelîl, ji bo belgekirina sûcên dewleta Tirk li herêmên dagirkirî bang kir ji bo şandina şandeyeke bêalî û got: “Rêzdariya goran her çi bibe bila bibe, qanûneke navnetewî ye. Kesên ku jiyana xwe ji dest dane her kes mecbûr e ku bi rêzdarî nêzî wan û gorên wan bibe. Lê dewleta Tirk bi rengekî pirr hovanê bi şêwazên cûr bi cûr miameleyên dijmirovajî bi van goristanan re kirin. Raya giştî jî xwe bê deng kiriye. Heger cîhan bixwaze rastiya hovîtiya dewleta Tirk nas bike bila şandeyeke lêkolînê bişîne herêmê. Dewleta Tirk bi vekirina van goran re hovîtiya xwe eşkere nîşanî cîhanê dike. Em bang dikin ku hinek şandeyên bêalî biçin li Efrînê lêkolîn bikin û sûcên dewleta Tirk belge bikin.”