• Ji bo Şengalê û asayîşa wê ciwan li ber Asayîşa Êzîdxanê ciwan li ber wê ketin nobetê.

Ji bo Şengalê û asayîşa wê çalakî di roja 11ʼan de didome. Bi armanca xwedîderketin û hiştina Asayîşa Êzîdxaneyê ciwan li ber wê ketin nobetê.

Welatiyên Şengalê di çarçoveya çalakiyên li dijî peymana Bexda û Hewlêrê ya li ser Şengalê de, bi armanca destekdayîna Asayîşa Êzîdxanê, di 2’yê Kanûna 2020’an de li pêşiya avahiya Navenda Asayîşa Şengalê kon vedan.

Çalakiya ku bi dirûşmeya “Em hemû asayîş in, Asayîşa Me Rûmeta Me Ye” hatiye destpêkirin û her roj ji aliyê komek nû ve tê birêvebirin, ket roja xwe ya 11’an.

Di roja 10’an de komeke ciwanan çalakî dewr girt. Ciwanên ku li ser mijarê gotubêjan dikin, her wiha caran jî li ber muzikê govend digerînin.

ROJNEWS/ŞENGAL