Li Wargeha Penabaran a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Meclîsa Îştarê li dijî tecrîd Rêber Abdullah Ocalan hatî destpêkirin, di roja 178’an de ji aliyê koma 90’ an ve hate dewrgirtin.

Merasîma dewrgirtinê bi deqeyek rêzgirtina ji bo tevahî Şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê destpêkir. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma  89’an mamosta Evîn Tayboga axivî û got: “Em berxwedan û çalakiyên ku li hemû qadên Kurdistanê tên meşandin silav dikin, kar û xebatên wan de serkeftinê dixwazin. Em di nava şerekî bê hempa de ne. Pewîst e ku em wek gelê Kurd li hemberî wan êrişan hişyarbin. Dewleta Tirk ji bo me û paradigmaya Rebêr Apo tine bike bi her awayî êriş dike. Ji bo em wan êrişan pûç bikin, divê em tevlîbûna xwe ya Pêngava ‘Dem Dema Azadiyê ye’ xurtir bikin. Em weke xelkê Wargeha Mexmûr heta ku azadiya Reberê xwe mîsoger nekin em ê bi hemû awayî çalakiyên me bidomînin.”

ROJNEWS/MEXMÛR