Çalakiya greva birçîbûnê ya li Wargeha Panaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi dewrgirtina koma 18’an dewam dike. Komê doh çalakî dewr girt.
Çalakiya greva birçîbûn ya di çarçoveya Pêngava ‘Dem Dema Azadiyê ye’ de li Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) li dijî tecrîdkirina Rêberê Abdullah Ocalan kete roja xwe roja ya 35’an. Doh koma 17'an bi merasimekê çalakî dewrî koma 18’an kir. Li ser navê koma 17’an Nuredîn Kaya li ser girîngiya çalakiya greva birçîbûnê got, “Pêwîst e em nehêlin dijminê me bigihe armanca xwe. Em her çar ciwanên xwe yên di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji destdayaî jî bi bîr tînîn. Wan ciwan di koma 13’an a vê çalakiyê de cihê xwe girtibû, daxwaz û armancên wan jî azadkirina Rêbertiyê bû. Em ji bo armanc û daxwazên wan pêk bînin divê berxwedana xwe mezin bikin û bigihînin serketinê.”
ROJNEWS/MEXMÛR