Kolonyalîst ji pêşketinê aciz in!

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 30 Mijdar 2023 - 00:13

ESRA SOLÎN DAL / MA / STENBOL

Di van salên dawî de zextên li ser muzîka kurdî û hunermendên kurd zêde bûne. Li gel qedexekirina konser û şanoyên kurdî, hunermend jî ji ber nasnameya xwe dibin hedef. Ji saziyên ku herî zêde rastî van qedexe û astengiyan tên yek jê jî Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) ye ku ji salên 1990'î vir ve li Stenbolê li ser muzîka kurdî dixebite. Hemû konserên ku NÇM’ê dixwest di salên 2022 û 2023’an de li dar bixin ji aliyê qeymeqamtiyê ve hatin qedexekirin.

Dadgeha Îdare ya 6'an a Stenbolê biryara qedexekirina çalakiya 30'emîn salvegera NÇM'ê bi hinceta "Azadiya derbirînê, azadiya zanist û hunerê û mafê civîna aştiyane binpê kiriye" betal kir. Hunermendê NÇM'ê Engîn Cengîz anî ziman ku di salên dawî de 25 çalakiyên wan bi awayekî "bêhincet" hatine qedexekirin û got: "Desthilat piştî ku derdorên rêxistinkirî diçewisîne berê xwe dide derdorên din." 

Çalakiyên Mihrîcana Çand û Hunerê ya Cizîrê ku ji aliyê Rêxistina Sanatça û Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) ve li navçeya Cizîrê ya Şirnexê hat lidarxistin, ji aliyê qeymeqamtiyê ve hatin astengkirin. Her wiha deriyê eywana dawetê ku dê konsera di çarçoveya mihricanê de hatibû plankirin lê bihata lidarxistin hat mohrkirin û kargeha hunerê ya zarokan jî hat astengkirin. 

Engîn Cengîz, qedexekirin û astengkirina konseran nirxand. 

Li dijî êrîşan xeteke berxwedanê 

Cengîz, da zanîn ku di salên dawî de êrişên li ser muzîk, ziman û çanda kurdî zêde bûne û got: "Ev sed sal in nasname, muzîk û zimanê kurdî di bin êrişan de ye. Pergala kolonyalîst ne tenê êrişî ziman û çanda kurdan dike, êrişî tevahiya kurdan dike. Bi van êrişan pêşî dixwaze kurdbûyîna rêxistinkirî tine bike. Lê em dikarin li dijî van êrişan bi ziman û muzîka xwe xeteke berxwedanê ya xurt ava bikin." 

Pêwendiya bi gel re asteng dikin 

Cengîz, da zanîn ku muzîka kurdî di van demên dawî de bi awayekî cidî pêş ketiye û got ku ev rewş bandorê li dînamîkên nava civakê jî dike. Cengîz destnîşan kir ku ev pêşketin pergala kolonyalîst nerihet dike û got: "Huner, wekî cemedbira li ber keştiyan e. Mirov dikare bi rîtmekê, bi stranekê xwe bigihîne gelek kesan. Huner hem di warê sosyolojîk de hem di warê pêvajoyên polîtîk de dike ku mirov zûtir pêwendiyê bi civakê re deyne. Ji ber vê jî desthilatdar êrişê dibin ser hunerê û hunermendan û hewl didin vê pêwendiya bi gel re asteng bikin." 

Hincetên bêhincet!

Cengîz, her wiha da zanîn ku NÇM'ê di rêwîtiya xwe ya çand û hunerê ya 30 salî de rastî gelek zextan hatiye û got: "Berê li ser hunermendên ku bi NÇM'ê re tevdigeriyan zext hebûn. Lê niha zext li ser hemû hunermendên kurd heye. Anku desthilat piştî ku derdorên rêxistinkirî diçewisîne, vê carê berê xwe dide derdorên din. Em dikarin ji bo van qedexeyan bibêjin ku hincetên bêhincet."

Îro an jî sibe hûn ê me qebûl bikin

Cengîz, herî dawî got: "Kurd xwedî ziman û çandeke wiha ne ku dikarin gelek tiştan li vê cîhanê bar bikin. Hûn ê zimanê me jî qebûl bikin û hûn ê nasnameya me jî qebûl bikin. Yanî hûn îro qebûl nekin jî hûn ê sibê qebûl bikin. Heya 40 sal berê jî digotin kurd tune ne. Niha jî em li her derê dinyayê li stranên kurdî guhdarî dikin. Kurd êdî îtibarê bi van bermayiyên kolonyalîst naynin."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.