Koletiya hunerê ji patrontiyê çêtir e

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 2 Cotmeh 2021 - 01:08

  • Qenala NTV di nûçeya xwe de ji bo Hakan Yaşar gotibû ku ew şêwekarekî Tirk e. Lê Hakan Yaşar li ser hesabê xwe yê twîtterê çewtiya wan sererast kir û got ez Kurd im. Hakan Yaşar dibêje, “Huner ji azadiyê hez dike. Ji bo min nasnameya Kurdî girîng e. Heger ez nebim ez, di hunerê de ez nikarim biserkevim.”

ERKAN GULBAHÇE


Hunermendê Kurd Hakan Yaşar ê li Norwecê dijî beriya çend rojan bertek nîşanî nûçeya ku qenala NTV derbarê wî de çêkiribû dabû û gotibû, “Ez tiştekî piçûk sererast bikim, ez Kurd im”. Qenala NTV di nûçeya xwe de ji bo Hakan Yaşar gotibû ku ew şêwekarekî Tirk e. Lê Hakan Yaşar li ser hesabê xwe yê twîtterê çewtiya wan sererast kir û got ez Kurd im. Hakan Yaşar dibêje, “Huner ji azadiyê hez dike. Ji bo min nasnameya Kurdî girîng e. Heger ez nebim ez, di hunerê de ez nikarim biserkevim.” 

Malbata wî ji Amedê koçî Konyayê dike

Hakan Yaşar bi eslê xwe ji Amedê ye. Ew dibêje ez ji eşîra Têrkan in. Malbata wî ji Amedê sirgûnî Konyaya Cihanbeylî bûye. Yaşar jî di sala 1976’an de li vir tê dinyayê. Di salên dibistana seretayî de bala wî çûye ser xêzkirinê û ji wêneyê hez kiriye. Piştî demekê malbat bar dike Konyayê û Yaşar li wir lîseyê dixwîne. Lê ji ber malbat nikare debara xwe bike vê carê koçî Norwecê dikin. Hakan piştî ku lîseyê diqedîne dest bi karê aşpêjiyê dike.

Piştî demekê ew dibe xwedî restorant û karê xwe bi rêve dibe. Lê ev kar wî bextewar nakin û dev ji van karan berdide û dixwaze xeyalên zarokatiya xwe pêk bîne ango ew dixwaze bibe şêwekar.

Hakan Yaşar diyar dike ku karê restorantê û aşpêjiyê ew pirr westandiye û rojekê biryar digire ku di jiyana xwe de hin guhertinan çêbike. Yaşar dibêje, “Her çiqas dereng mabim jî min fêm kir ku divê lû pey xeyalên xwe herim. Rojekê min hevjîna xwe da ber xwe û jê re got, ‘Ev jiyan û xirecira vî karî min pirr diwestîne. Her tim stres û lez û beza kar heye. Ez dixwazim xeyalên xwe pêk bînim.” Piştî vê axavtinê ew du restorantên xwe difiroşe. Bi pereyên wan ji xwe re kargehêkê vedike û dest bi karê şêwekariyê dike. Ew bi awayekî profesyonel perwerdeya hunerê negirtiye lê dîsa jî galerî û kargeheka sê qat ji xwe re dikire û li wir karê xwe yê şêwekariyê bi rêve dibe. Yaşar dibêjê, “Koletiya hunerê ji patrontiyê hey çêtir bû ji bo min. Huner ji bo min bertekek hestiyarî bû.”

Yaşar dibêje ku rûyê mirovan her tim bala wî kişandine û ew bi xêzkirina rûyan daketiye. Ew bêhtir fîgûratîf dixebite û dibêje, “Di her xebatek min de rûyek cuda heye lê di rastiyê de hemû rûyên xêz dikim yên min bi xwe ne. Peyama sereke ez bi xwe me.” Yaşar kesekî ji xwe re wek pêşeng nabîne û ti kesî jî wek hevrikê xwe hesab nake. Ew bêhtir ji xwezayê îlham digire û xwezayê wek mamosteyê xwe qebûl dike. Yaşar dibêje, “Xweza teknîkê û ji bo çewtî dîsa neyên kirin gelek tiştan fêrî mirov dike. Her kesek vîzyonek, helwest û jiyaneke nû pêşkeş dike. Bi vî awayî dinyayek nû ava dike. Di vir de a muhîm ewe ku takekesîtî wek egozîmê neyê fêhmkirin. Her mirovê ku bi wan re dixebitim ji bo min diyayek nû ye, hêvî dikim kesên li xebatên min dinihêrin jî vî tiştî bibînin.”
 
Malzemeyên xwe li kargeha xwe çêdike

Yaşar li kargeha xwe afirîneriya xwe pêştir xistiye û ji çarçoveyê bigire heya boyaxê her tiştê ku bikartîne ew bi xwe çêdike. Yaşar dibêje, “Bi vî awayî malzemeyê ku bikartînim ez çêtir nas dikim. Wekî din hin boyaxên ku tevlîhev dikim li ti devera dinyayê nayên firotin. Ji xwe yek ji armancên min yên sereke jî ewe ku ez rojekê febrîqeya boyaxê ya ku bi destan tê çêkirin vekim. Ji lewma ne li Norwecê ne jî li Tirkiyê boyaxa hunerê tine ye.

Boyaxa ku ez bi xwe li vir çêdikim boyaxa herî bi qelîteye di nav boyaxên hunerê de.”

Pêşangeha ‘Her mirov dinyayek e’

Yaşar diyar dike ku ji bo pêşerojê gelek xebatên wî hebûne lê pandemî li hember van xebatên wî bûne asteng û hin projeyên wî betal bûne. Lê ew di vê pêvajoyê de li kargeha xwe xebitiye û gelek berhemên nû çêkirine. Ew niha haziriya pêşangeheke nû dike. Yaşar ji bo pêşangeha xwe ya “Her mirov dinyayek e” ku ewê di 2’yê Cotmehê, li bajarê Norwec yê Drammen birêve biçe dibêje ku pêşangeha min ya herî mezin e û ji bo min pirr girîng e.  

Portreyê Aisha Saeed

Yaşar dibêje, “Beriya çendekê li bajarê Duhokê 6 mamoste ji ber ku mûçeyên xwe negirtibûn protestoyek kirin, lê piştî protestoyê 6 sal ceza xwarin û hatin girtin. Piştî min wêneyê Aisha Saeed ku keçeka van mamosteyên girtî bû dît, dilê min pirr teng bû û min derbarê keçikê de portreyek çêkir.

Min ev êşa wan di dilê xwe de hîs kir. Min ê ev pêşangeh li Silêmanî vekira û alîkariyê bidaya malbatên 6 kesên ku hatine girtin lê pandemiyên nehişt ku ez tiştek wiha bikim. Ji ber vê yekê min biryar girt ku 2’ê Cotmehê de li Norwecê pêşangeha xwe ya bi navê ‘Her mirov dinyayek e’ vekim.”

Hedefa wî 30-40 hezar dolar e

Yaşar diyarkir ku ji gelek deverê dinyayê dê kes beşdarî pêşangeha wî bibin. Bihaya portreyê ku ji bo Aisha çêkiriye 13 hezar dolar daniye. Her wiha ew dibêje ku pereyên ku werin jî ez ê bexşî malbata van 6 kesan bikim. Hedefa Yaşar ji vê pêşangehê 30-40 hezar dolar e. 

Di vê pêşangeha Yaşar de dê 35 xebatên wî werin pêşkeş kirin. Pereyên ku ji vir werin destê wî jî dê ji bo komeleyên jin û zarokan xerc bike û bi wan re bibe alîkar.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.