Koleksiyoneke taybet a Frîda Kahlo

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 25 Hezîran 2024 - 00:37

Şêwekara Meksîkayî Frîda Kahlo jiyaneke têr balkêş bihurand û wisa xatir ji vê dinyayê xwest. Wêneyên ku çêkirin hîna jî asoyên xeyalên bîneran fireh dikin. Niha New York Ctiy pêşangeheke nû li ser navê wê hatiye vekirin û di vê pêşangehê de 50 wêneyên wê yên ku berê kêm car hatine dîtin tên nîşandan.

Galeriya bi navê “Throckmorton Fine Art” ku ji sala 1970’an heta îro wêneyên Frîda Kahlo berhev dike, xwedî koleksiyoneke bêhempa ye. Galerî heya niha xwe gihandiye 200 wêneyên taybet ên Frîda Kahlo. Ji lewma ev koleksiyona di destê wan de weke koleksiyoneke taybet tê bi nav kirin. Lê hemû wêneyên di koleksiyonê de nehatine nîşandan. Wêneyên di pêşangehê de beşeke vê koleksiyona mezin e. 

Di pêşangehê de ji bilî jiyana taybet a Frîda Kahlo her wiha em hevaltiya wê ya bi Dîego Rîvera re jî dibînin. Ev wêne ji biçûkatî heya dawiya emrê wê di derbarê Frîda Kahlo de agahiyên taybet jî didin kesên ku van wêneyan dibînin.

Di pêşangehê de her wiha çend destxet, firçeyên boyaxê û cilûbergekî taybet ê Frîda Kahlo jî tên nîşandan. Ev pêşangeh bi awayekî dîtbarî jînenîgariya Frîda Kahlo temam dike. Frîda Kahlo weke şêwekareke jin yek ji wan hunermendên îkonîk ê sedsala 20’an tê qebûlkirin.

NEW YORK CITY

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.