Kolberekî jiyana xwe jidest da

Pêncşem 30 Mijdar 2023 - 00:54

Êvariya roja Yekşemê kolberê bi navê Yaver Veysî xelkê gundê Qilqile a ser bi Selas Bawecanî ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hate gullebaran kirin û bi giranî birîndar bû. Ev kolberê hanê ji ber birînên xwe giran bû, li nexweşxaneya Newsûdê jiyana xwe ji dest da. Ev kolber zewicî ye û du zarokên wî hene. 

Herwiha roja Yekşemê kolberek bi navê Farûq Elîzade yê 17 salî, xelkê bajarê Rebet a Serdeştê, di encama êrîşa hêzên rejîmê de li ser sînorê bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê jiyana xwe ji dest da.

KURDPA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.