Kolberek hat kuştin 8 kolber birîndar bûn

Çarşem 10 Tîrmeh 2024 - 00:07

Roj nîne ku nûçeya gulebarankirina kolber û kasibkaran a ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve neyê bihîstin. Pêr jî di encama êrişa hêzên Îranê de kolberek jiyana xwe ji dest da û 8 kolber jî birîndar bûn. Li gor nûçeya Komeleya Mafên Mirov a Kurdistanê, pêr li devera sinorî ya Birwêşkan a girêdayî bajarê Bane ya Rojhilatê Kurdistanê, hêzên rejîma Îranê gulle li komek kolber û kasibkaran barand. Di encamê de welatiyê bi navê Newîd Hesenî yê 22 salî birîndar bû. Li gor heman nûçeyê, pêr li devera sinorî ya Hengejal a Bane carek din hêzên rejîma Îranê gulle li komek kolber barandin. Ji ber gulebaranê kolberek bi navê Rêbwar Reşîdî ji lingê xwe birîndar bû. Her wiha hat diyarkirin pêr li devera sinorî ya Newsud a li parêzgeha Kirmaşan jî hêzên rejîmê gulle li komek kolber barandin. Di encama gulebaranê de kolberê bi navê Eyub Mihemedî jiyana xwe ji dest da û 6 kolberên din jî birîndar bûn.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.