Kolberek birîndar kirin
Çarşem 27 Kanûn 2023 - 00:58
Rojane kolberên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê rû bi rûyê êrişa hêzên rejîma Îranê dibin. Pêr jî li sinorê devera Newsud kolberê Kurd ê bi navê Muxtar Şeirî birîndar bû.
Li gorî agahiyan pêr li sinorê devera Newsud hêzên rejima Îranê gulle li kolberan barandin. Di encama gullebaranê de kolberê Kurd ê bi navê Muxtar Şeirî ji her du lingên xwe bi awayekî giran birîndar bûye û ew rakirine nexweşxaneyê.
Li gorî daneyan, di nava du mehên bihûrî de zêdetirî 150 kolber bi gulleyên hêzên rejima Îranê û teqîna mayînan jiyana xwe ji dest dane yan jî birîndar bûne.
NAVENDA NÛÇEYAN