Komelgeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) qetilkirina 10 kolberên Belucî weke tewaneke mezin a li dijî mirovahiyê û gelê Belûc pênase kir û ragihand ku raperîna xelkê Beluc a li dijî rejîma Îranê mafekî demokratîk e, û divê gelên Îranê bi yekîtiya xwe bersiva hovîtiya desthilatê bidin.

23’yê Sibatê, rejîma Îranê li Serawanê 10 kolberên Belûcî kuştin. Ji ber vê gelê Belûç rabû ser piyan û serhildana wan belav bû. Gelek navendên saziyên hikûmetê kontrol kirin. Li hemberî serhilldanê rejîma Îranê li bajarên Belûçistanê hêza leşkerî zêde kir û êrişî gel kir.

Komelgeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) bi daxuyaniyekê piştgirî da serhildana gelê Beluç û ragihand ku rejîma Îranê tûşî krîzek kûr a civakî, siyasî û asayîşê bûye û li gel gelên Îranê rewabûna xwe ji dest daye, lewma serî li sûcên mezin ên weke komkujiyên gelên Beluc, Kurd, Ereb û gelên din ên li Îranê dide.”

ROJNEWS/SILÊMANÎ