Koçber: Divê çete ji Efrînê derkevin

În 23 Gulan 2025 - 03:05

Koçberên Efrîn û Şehbayê daxwazên xwe yên vegera ewle li warên xwe dubare kirin û gotin, " divê desthilata Şamê ji bo vegerandina koçberan bi garantiyên rastîn gavên cidî biavêje, ku ew neyên revandin û qetilkirin.”

Koçberên Efrîn û Şehbayê yên li kantona Tebqayê dimînin daxwazên xwe yên vegera ewle û bi garantî li warên xwe dubare kirin û bang li aliyên têkildar kir ku berpirsiyariyên xwe rakin û çeteyên dewleta Tirk a dagirker ji herêmên wan derxin û binpêkirinan rawestînin.

Koçberê bi navê Esed Omer diyar kir ku divê desthilata Şamê ji bo vegerandina koçberan bi garantiyên rastîn gavên cidî biavêje, ku ew neyên revandin û qetilkirin. 

Li aliyekî din jî Silêman Reşo ku yek ji koçberên li navenda demkî ya li Bajarê Werzîşê yê Tebqayê dimîne êşên berdewam ên di navendên demkî de dijîn vegotin û got: "Me di zivistanê de rewşên giran derbas kirin û niha rûbirûyî pêleke nû ya êşên bilindbûna germahiya havînê ne."

Reşo wiha domand: "Li Sûriyeyê axaftina li ser aştiyê dûrî rastiyê ye, hîna jî xelkê Efrîn û Şehbayê êşên koçberiya bi darê zorê dikişînin. Gelo wê çawa aştî pêk bê û em beşek ji Sûriyeyiyan hîna ji warên xwe koçber û dûr in?"

Li aliyekî din jî rêvebera Komîteya Kar û Barên Koçberên Efrînê ya li Tebqayê Silava Cuma  diyar kir ku derxistina çeteyan û dabînkirina vegera koçberan bi garantiyên navneteweyî hêmana bingehîn a edaleta civakî li Sûriyeyê ye û daxwaza bingehîn e ku civata navneteweyî girîngiyê bide vê. 

ANHA/TEBQA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.