Şêniyên kantona Kobanê bi şahiyekê salvegera 6’an a rizgarikirina bajarê Kobanê ji çeteyên DAIŞ‘ê pîroz kirin. 

Bi boneya salvegera 6’an a rizgarkirina Kobanê ji çeteyên DAIŞ’ê, şahiyek li Qada şehîd Egîd a bajarê Kobanê, pêk hat. Şêniyên bajêr bi girseyî tevlî şahiyê bûn ku her sal di vê rojê tê lidarxistin.

Di şahiyê de endam û rêveberên saziyên Rêveberiya Xweser a herêma Firat û Bakur û Rojhiltê Sûrî, her wiha partiyên siyasî û nûnerên civaka sivîl, amade bûn. 

Hêjayî gotinê ku piştî şerê 134 rojan dom kir, di 26’ê Çileyê 2015’an de Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bajarê Kobanê ji çeteyên DAIŞ’ê, rizgar kirin. 

ANHA/KOBANÊ