- Li Kobanê di salvegera 30`î ya şehadeta Hozan Mizgîn (Gurbet Aydin) de li hola Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê, şehîd Hozan Mizgîn hat bibîranîn.
Li Kobanê di salvegera 30`î ya şehadeta Hozan Mizgîn (Gurbet Aydin) de li hola Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê, şehîd Hozan Mizgîn hat bibîranîn.
Di merasîma bibîranînê de bi zimanê Kurdî û Erebî sînevîzyonek hate nîşandan. Dûre endama rêveber a Tevgera Mezopotamyayê ya Çand û Hunerê Demokratîk, Hêvda Herekol îşaret bi lehengî û wêrekiya şehîd Mizgîn a li çiyayê Kurdistanê kir û got, wê kesayeta jina Apoyî ya azad îsbat kir.
Komên cuda yên Navenda Baqî Xido çend stranên şehîd Mizgîn gotin.
Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî Hozan Mizgîn ji bîr nekir û ji bo wê merasîmek li dar xist.
Merasîm li Saziya Malbatên Şehîdan bi rê ve çû. Hevseroka Meclîsa Gel a Mexmûrê Filîz Budak got, “Wek xeta jina azad, em deyndarê jinên şoreşger ên wek heval Mizgîn in. Mizgîn ji bo me bûye xetek û em li ser wê xetê dimeşin. Divê em li ser xeta şehîdan bimeşin ber bi serketinê ve û welat azad bikin. Ya ku îro me li ser lingan digire, şehîd û Rêber Apo ye.”
Piştî axaftinê, sînevîziyonek li ser jiyana Şehîd Mîzgîn hat nîşandan. Herî dawî merasîma bibîranînê bi stranan bi dawî bû.
KOBANÊ/MEXMÛR