Kobanê şehîdên xwe hembêz kirin

Çarşem 27 Tîrmeh 2022 - 21:27

  • Xelkê kantona Kobanê, cenazeyên şehîd Serdar û şehîd Qurşîn li Goristana Şehîd Dîcle bi merasîmeke bi heybet spartin axê.

Xelkê kantona Kobanê, cenazeyên şehîd Serdar û şehîd Qurşîn li Goristana Şehîd Dîcle bi merasîmeke bi heybet spartin axê.

Di merasîmê de bi sedan şêniyên Kobanê, endamên saziyên sivîl û kesayetên ji partiyên siyasî amade bûn. Şehîd Serdar Hereco (Serdar) û şehîd Mihemed Hemê (Qurşîn) dema li ser erka xwe ya leşkerî li rojavayê kantona Girê Spî bûn, şehîd bûbûn.

Di merasîmê de ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Girê Spî Riyad El-Xelef axivî û soza tolhildanê û rizgarkirina herêmên dagirkirî da.

El-Xelef got, “Dagirkeriya Osmanî rojane komkujiyan li dijî welatiyên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike. Berjewendiyên Erdogan dewam dikin, dixwaze guhartina demografîk li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bidomîne û bi vê yekê împaratoriya xwe ya Osmanî vegerîne.”

Riyad El-Xelef di dawiya gotina xwe de soza tolhildanê da û her wiha soz da ku ew ê heta rizgarkirina herêmên dagirkirî li ser pêyan bin.

Şehîd xeta şerefê ne

Hevserokê Meclisa Kantona Kobanê, Mistefa Îto jî got, “Şehîd xeta azadiya gelan in û em heta dawiyê li ser şopa wan in. Ew xeta şeref û rûmetê ye. Em ê heta jiyaneke azad û birûmet li ser vê xakê têbikoşin.

Şehîd yên yekane ne ku li hember xeta xiyanetê disekinin. Dema ku em tê re derbas dibin, pirr hestiyar e. Dema bidawîbûna sedsaliya Peymana Lozanê ye. Ji ber wê ew hewl didin nasnameya me ji nû ve biçewisînin û vîna me têk bibin. Lê belê ev xak bi hêza xwe hemûyî dê li hember wan bisekine û careke din bêdengiyê qebûl nake.”

Hevseroka Meclisa Navçeya Şêran, Lutfiye Silêman jî li ser navê Kongra Star got, “Şehîdên me zarokên xwe ji bo me, ji bo aştiya me hiştin. Divê em jî teslîmî dewleta Tirk a dagirker nebin. Dem hatiye ku gel gotina xwe li hember dewleta dagirker bike.”

Lutfiye Silêman bang li ciwanan kir da ku dev ji rêya koçberiyê berdin, ji ber ku ev xak bang li wan dike, ew ji hêla dijminên mirovahiyê ve dorpêçkirî ye û ji bilî welatiyên wê, kes nikare vê dorpêçê bişikîne.

ANHA/KOBANÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.