Kobanê planên Tirkiyê aşkere kir

Çarşem 26 Hezîran 2024 - 00:08

  • Hevserokê PYD'ê Salih Muslim destnîşan kir Kobanê planên dewleta Tirk aşkere kiriye û got, planên dewleta Tirk a dagirker ku bi şerê Kobanê re aşkere bûyî,’’Tasfiyekirina gelê Kurd li Rojava, Başûr û Bakurê Kurdistanê ye. Ev plan heta niha jî dewam dike.’’

HÎVDA HEBÛN / ANF / QAMIŞLO

Hevserokê PYD'ê Salih Muslim destnîşan kir Kobanê planên dewleta Tirk aşkere kiriye û got, planên dewleta Tirk a dagirker ku bi şerê Kobanê re aşkere bûyî,’’Tasfiyekirina gelê Kurd li Rojava, Başûr û Bakurê Kurdistanê ye. Ev plan heta niha jî dewam dike.’’

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim di salvegera êrişa dagirkeriyê ya 25'ê Hezîranê de ku li ser Kobanê hate kirin axivî. Muslim anî ziman ku êrişa 25'ê Hezîrana 2015'an li ser Kobanê destpê kir bêsebep û bêhesab nebû û got, "Beriya wê li Kobanê berxwedaneke dîrokî hebû. Li pêş çavên cîhanê bajarekî biçûk ku cihê xwe di nexşeyê de jî xuya nedikir bi navê mirovahiyê berxwedaneke mezin bi mehan nîşan da û di encama vê berxwedanê de dijminê herî mezin ê mirovahiyê DAÎŞ hate têkbirin. Wê demê yên mîna Erdogan hebûn ku li benda ketina Kobanê bûn. Jixwe hatina DAÎŞ'ê ya li wê derê plansaziyeke dewleta Tirk bû.’’

Şikestina DAIŞ’ê ji Erdogan re bû derd

Muslim bi domdarî got,’’Kobanê li Rojavayê Kurdistanê di têkoşîna dijî DAÎŞ'ê de keleha dawî bû. Erdogan di sala 2012'an de komên çete yên mîna Nûsra xwedî dikir û bi ser Kurdan ve dişand. Herî dawî di bin navê DAÎŞ'ê de li Kobanê êriş bir ser Kurdan. Şikestina DAÎŞ'ê jî li nava faşîzma Tirk û ji bo Erdogan bû kul û derdek û di ber de ma. Ji hingî ve ji bîr nekirin.’’

Kobanê bi tena serê xwe mabû

Muslim bi domdarî destnîşan kir Kobanê ne tenê ji bo Kurdan, ji bo hemû gelên bindest bûye sembola berxwedan û rûmetê, serkeftina 25-26’ê Çileya 2015’an ya Kobanê dijminatiya dewleta Tirk hê zêdetir kiriye û got,"Di 25'ê Hezîrana 2015'an de amadekarî hatibû kirin ku cara duyemîn êrişê bikin. Zarokên Kobanê, berxwedêrên Kobanê ji Kobanê derketibûn û ketibûn pey DAÎŞ'ê. Hin ji wan ji bo rizgarkirina Minbicê amadekarî kiribûn. Hinek li Sirînê tevlî şer bûbûn. Li aliyê rojhilat jî xwe gihandibûn Girê Spî. Şer ji Kobanê dûr ketibû. Bajarê Kobanê bi tena serê xwe mabû. 

Bi alên YPG’ê ketin Kobanê û komkujî kirin

Ji ber vê jî wan planeke berfireh kiribûn. Çeteyên li rojavayê Firatê, çeteyên li Cerablûs û cihên din keştiyan wê bihatina debaskirin û êrişî Kobanê bikira. Her wiha li başûr jî ji aliyê Reqayê wê bi sedan çete bihatina anîn û bi şev hewl bidan Kobanê dagir bikin. Destpêkê amadekarî kirin ku bi 100 kesî êrişî Rojava bike. Ji aliyê Bakur jî amade kiribûn. Sînor ji xwe nehiştibûn. Beşeke mezin a êrişkaran kincê şervanên YPG'ê li xwe kiribûn. Alên YPG'ê hilda bûn. Ya rast didîrokê de heman rêbaza Tirkan bû. Bi vî rengî ketin nava Kobanê û dest bi qetilkirina sivîlan kirin. 

Bi Kobanê re plansaziya Tirk aşkere bû

Hevserokê PYD'ê ragihand ku berxwedana Kobanê hin tişt raxist pêş çavan û got, "Piştî serketina Kobanê plansaziyên dewleta Tirk ên li ser herêmê eşkere bûn. Ev plan li ser tasfiyekirina gelê Kurd û Tevgera Azadiyê ya Kurd hatibû avakirin. Ev plan di sala 2014'an de hate danîn û bi şerê Kobanê re xistin meriyetê. Esasê vê planê çi ye? Tasfiyekirina gelê Kurd li Rojava, Başûr û Bakurê Kurdistanê ye. Ev plan heta niha jî dewam dike. 

Li pêşiya çareseriyê asteng in

Salih Muslim anî ziman ku dijminê li hemberî wan xwedî pîvaneke exlaqî û mirovî nîne û got, "Dewleta Tirk li pêşiya pêkhatina aştiyeke mayinde ya li Sûriyeyê asteng e. Eger li Sûriyeyê aştî û çareserî pêk were wê Kurd bibin xwedî hin mafên xwe, ji vê yekê ditirsin. Lewma ji bo aştî pêk neyê hemû lîstikan dilîze. Ji bo li dijî Kurdan şer bike û bide şerkirin hewl dide bi rêveberiya Şamê re jî rûnê. Heta niha nekariya vê plana xwe bi ser bixîne. 

Dijminatî ne tenê li Kobanê ye

Divê gelê Kurd bi vê yekê baş zanibe; dijminatiya dewleta Tirk ne tenê li Kobanê ye, ew li dijî tevahiya gelê Kurd e. Li ku Kurdek hebe dewleta Tirk wê derê ji xwe re weke dijmin dibîne. Vê yekê jî bi eşkere dibêje. Îro Başûr jî dagir dike. Ji sala 2012'an û vir ve leşkerên xwe ji Başîkayê nebiriye. Başîka Kurdistan e gelo? Na. Ji wê derê hewl dide Kurdistanê dagir bike. Gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê li dijî dijminekî barbar li ber xwe dide. Ji bo gelê Kurd mafê xwe bi dest nexe ev dijmin serî li her rê û rêbazê dide Ti pîvaneke exlaqî nas nake. Pîvaneke navneteweyî nas nake."

Têkoşîna çar parçeyan wê serkeftinê bîne

Salih Muslim destnîşan kir ku têkoşîn û berxwedana li çar parçeyên Kurdistanê wê dijminatiya dewleta Tirk têk bibe û got, "Li Kobanê me rûmeta xwe û rûmeta mirovahiyê parast. Têkoşîna li Kobanê ji cîhanê re bû mînakeke berxwedan û rûmetê. Îro jî ji bo hilweşandina dijminê barbar, ji bo hilweşandina dijminê mirovahiyê çi bê xwestin wê bike. Wê cîhanê ji vê barbariyê rizgar bike. Em zanin ku serketin wê ya gelê Kurd be."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.