Xelkê kantona Kobanê sersaxî ji malbatên gerîlayê HPG`ê şehîd Zinarê Reş û fermandarê YPG`ê Koçero Batman re xwest.

Doh sibehê xelkê kantona Kobanê berê xwe da bin konê sersaxiyê yê şervanê Hêzên Parastina Gel (HPG) şehîd Ednan Hemo (Zinarê Reş) ê ku di 30'ê Îlona bihurî de dema bersivdana êrişên artêşa Tirk a dagirker li ser herêma Metîna ya çiyayên Kurdistanê, şehîd bûbû. Konê sersaxiyê li ber deriyê mala wî li bajarê Kobanê hatibû danîn. Xelkê sersaxî ji malbata wî û malbata fermandarê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) şehîd Koçero Batman re xwest. Şehîd Koçero Batman beriya çend rojan li bajarê Kobanê ji aliyê balafira bêmirov a biçek a dagirkeriya Tirk ve hate hedefgirtin û di encamê de şehîd bû.

Di merasîma sersaxiyê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê Emîne Îsmaîl got, "Şehîd Zinar heta dilopa xwîna xwe ya dawî ji bo welat û gelê xwe têkoşiya, li ber xwe da û xwe feda kir. Armanca şehîdên me diyar e, ew jî fedakarî ye. Em dayik û zarokên şehîdan in, heta dawiyê em ê têbikoşin ku layiqî şehîd Zinar û hemû şehîdan bin û tola wan hilînin."

Merasîma sersaxiyê bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana Rêber Abdullah Ocalan, dilsoziya bi şehîdan re û silavkirina berxwedana gerîla bi dawî bû.

ANHA/KOBANÊ