Kobanê di dorpêçeke giran de ye
Çarşem 11 Sibat 2026 - 03:00

Dorpêça ku komên hikumeta demkî ya Sûriyeyê daniye ser Kobanê, dewam dike. Rewşa mirovî û debarê her ku diçe girantir dibe.
Tevî hevdîtinên di navbera şandeyên rêveberiya Kobanê û hikumeta demkî ya Sûriyeyê yên bi armanca pêkanîna peymana 29’ê Çileyê de, lê komên hikumeta demkî 22 roj in Kobanê dorpêç kiriye.
Ji ber dorpêçê rewşa mirovî li Kobanê giran dibe. Derman, şîrên zarokan, xurek û pêdiviyên sereke gelekî kêm in û rewşa debarê ya nêzî 600 hezar kesî tevî koçberan, giran dibe.
Saziya Elektrîkê ya Kobanê kabilên ji ber êrişan zirar dîtibûn, sererast kirin û careke din xistin xizmetê.
Tevî dorpêça giran, li Kobanê zêdetirî 200 hezar koçber li 70 cihan hatine bicihkirin.
Şêniyên Kobanê li hemberî dorpêçê berxwedanê didomînin û wekî rêya yekane ya parastina destkeftiyan dibînin.
NAVENDA NÛÇEYAN













