Kobanê biparêzin bêdengiyê bişkînin
Duşem 26 Çile 2026 - 03:00

Êrîşên li ser Rojava berdewam in, Kobanê jî di bin dorpêçê de ye. Li hember dorpêçê dewletên rojavayî bêdengiya xwe didomînin. Peoples’ Caravan (Caravana Gelan) ji bo şikandina vê bêdengiyê dest bi rêwîtiyê kiriye. Enternasyonalîstên ku ji bajarê Torino yê Îtalyayê tevlî Caravana Gelan bûne, bi daxuyaniya çapemeniyê sedemên beşdarbûna xwe ragihandin:
“Silav, em li Torino ne, îro em li vir in, li bajarê Torino yê bakurê Îtalyayê. Wek beşek ji Rêya Başûrê Ewropayê, îro em ji vir dest bi rêwîtiya Peoples’ Caravan (Caravana Gelan) dikin. Ji bo gihîştina Kobanê, parastina şoreşa Rojava û parastina gelan.”
Ewrûpa û Trump berpirs in!
Fabio yê ji Torinoyê tevlî Caravana Gelan bûye:“Silav, navê min Fabio ye, ez ji Îtalyayê me û îro ji bo agahdarkirina li ser konvoya ku dest bi rêwîtiyê dike dinivîsim. Em hemûyan vedixwînin ku piştgiriyê bidin konvoyê û şoreşa Rojava. Werin em bi hev re bêdengiyê bişkînin!”
Damien yê enternasyonalîst ku ji bajarê Lyon yê Fransayê derketiye û gihîştiye Torinoyê:“Silav, navê min Damien e, 25 salî me, li Lyonê dijîm û îro ez beşek ji konvoya ku ber bi Kobanê ve diçe me. Duho em ji Lyonê derketin û em diçin bajarê Kobanê yê Bakur-Rojhilatê Sûriyê, ku bi gelemperî wek Rojava tê binavkirin. Ev herêm pir balkêş e, ji ber ku nêzî panzdeh sal in komên cuda yên mirovî hewl didin pergaleke hem dostê jîngehê hem jî rêzdar li demokrasiyê ava bikin û li ser bingehek demokratîk û civakî bi hev re bijîn. Ji çend hefteyan ve hikûmeta Colanî ya li Sûriyê, ku bi bîrdoziyên îslamî re nakokiyên mezin hene û ji aliyê endamên El-Qaîdeyê ve hatiye lawazkirin, êrîşî vê herêmê dike. Di vê pêvajoyê de komkujiyên li dijî her cure mirovî, bi taybetî jin û kêmneteweyên etnîkî pêk tîne. Ji ber vê yekê ji wê demê ve li seranserê Ewropayê mirov seferber dibin û ji gelek bajarên Ewropayê konvoyên cuda derdikevin û li Kobanê dicivin. Armanc ew e ku em biçin wir û zextê li wan bikin -zexta medyayê, zexta siyasî- da ku elît vê pirsgirêkê wek berpirsiyariya xwe bibînin û medya van agahiyan têr bike nûçe. Tiştê ku îro diqewime ew e ku cihê ku ji bo hemû gelên cîhanê yên ku ji bo demokrasî û azadiyê têdikoşin û şer dikin çavkaniya hêviyê ye, ji aliyê mirovên ku bi temamî ji aliyê rojava ve têne piştgirîkirin ve bi tundî tê êrîşkirin. Trump jî van komkujiyan bi temamî piştgirî dike. Ji ber vê yekê em hemû kesên ku van dîmen û bûyeran dibînin vedixwînin ku tevlî vê konvoyê bibin ku sibê li bajarê Viyana yê Avusturyayê dicive û piştre ber bi Tirkiye û Sûriyê ve didome. Her wiha em teşwîq dikin ku hûn vê yekê bi yên din re parve bikin, bi rastî biaxivin û alîkarî ji konvoyê re bikin.”
NAVENDA NÛÇEYAN












