Kobanê berxwedana jinê ye
Duşem 27 Çile 2025 - 03:10
- Gaziya şer Zarîn Kobanê destnîşan kir ku Kobanê di dîroka mirovatiyê de ji bo gelê Kurd bû nîşaneya serketina ruh û yekrêziya neteweyî û got, “Ev berxwedana di heman demê de berxwedaneke jinê ye, ji bo pêkve jiyana herî bi rûmet deriyê ronahiyê ji hemû bawerî û gelan re vekir.”
Çeteyên DAÎŞ’ê bi arastekirina dewleta Tirk a faşîst 15’ê Îlona 2014’an bi awayekî hovane dest bi êrîşên li hember Kobanê kirin. Şervanên YPG û YPJ’ê bi îradeyeke mezin li hember êrîşan sekinîn. Berxwedana her kêliya wê xwedî keramet û heybeteke bêhempa bû ku 136 rojan dewam kir, 26’ê Çileya 2015’an bi serketinê tacîdar bû û Kobanê bi temamî hat rizgarkirin.
Gaziya şer Zarîn Kobanê ya di roja 25’an a berxwedana Kobanê de bi giranî birîndar bibû, bi wesîleya 10’emin salvegera azadkirina bajarê Kobanê nêrînên xwe anîn ziman.
Zarîn Kobanê ya di destpêka axaftina xwe de gelê Kobanê yê berxwedêr silav kir got, “Em weke gaziyên şer 10’emîn salvegera rizgarkirina Kobanê di serî de li Rêberê gelan Rêber Apo, gelên azadîxwaz, şehîdên me û tevahî hevrêyên xwe yên li Kobanê birîndar bûne pîroz dikin.”
Xwestin şoreş were tesfiyekirin
Têkildarî armanca êrîşa li ser Kobanê jî gaziya şer Zarîn Kobanê ev xisûs anî ziman, “Di van êrîşan de encam ew bû ku şoreşa Rojava were tesfiyekirin, li hember gelê Kurd komkujî bên kirin, di serî de Bakurê Kurdistanê Kurdên li parçeyên din ên welat dijîn bixin nav tirseke mezin û hemû hêviyên wan ên azadiyê careke din binax bikin. Ev bajarê bi gel û axa xwe, timî serbilind û wêrek e bi şervanên YPG-YPJ’ê yên xwe di bîrdozî û ramanên Rêbertî de kûr kirine dest bi berxwedaneke herî bi şeref û rûmet kirin.”
Çalakiya fedaî ya Arîn Mîrkan
Zarîn Kobanê bal kişand ser çalakiya fedaî ya şervana YPJ’ê Arîn Mîrkan û wiha axivî: “Dema hevrêya me ya pîroz Arîn Mîrkan 5’ê Cotmeha 2014’an li girê Miştenûr çalakiya fedaî pêk anî, êdî ji bo hemû Kurdan û gelên azadîxwaz rêya qederê û dîrokê bi awayekî bêveger guherî. Kurdistanî û dostên wan li her devera cîhanê rabûn ser piyan û behsa çalakiya şêrejina hêja Arîn a li hember hêzên herî tarî dihat kirin.”
Kobanê berxwedana jinê ye
Zarîn Kobanê, destnîşan kir ku Kobanê êdî di dîroka mirovatiyê de ji bo gelê Kurd bû nîşaneya serketina ruh û yekrêziya neteweyî û got, “Her wiha ev serketin bûye hêviya jiyaneke azad û wekhev a li ser esasê xwişk û biratiya gel û neteweyan. Ev berxwedana di heman demê de berxwedaneke jinê ye, ji bo pêkve jiyana herî bi rûmet deriyê ronahiyê ji hemû bawerî û gelan re vekir.”
Em ê bi ser kevin
Li ser rola gaziyan a di vê pêvajoya ku li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîş bi dijwarî didomin jî Zarîn Kobanê ev tişt anîn ziman, “Hevalên me yên di berxwedana Kobanê de birîndar bûn û gazî ne îro jî bi heman ruh, moral û hêza ji rizgarkirina Kobanê digirin, li hember êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin di nav berxwedanê de ne. Bi ruh û îradeya berxwedana Kobanê teqez em ê li hember her cure êrîşan bi ser kevin.”
Berxwedana Kobanê cîhan hejand
Gaziya şer Zarîn Kobanê axaftina xwe bi van hevokan bi dawî kir, “Em ê ti carî nehêlin destên qirêj û mejiyê tarî bikevin xaka me. Çawa dengê berxwedana Kobanê cîhan hejand, îro jî em ê bikin ku berxwedana me ya li hember çeteyên hov û dagirkeran sînoran derbas bike.”
ANHA/ NAVENDA NÛÇEYAN