Kobanê 15 roj in di dorpêçê de ye

Sêşem 3 Sibat 2026 - 03:55

15 roj e bajarê Kobanê di dorpêçê de ye. Niha li Kobanê derman, madeyên sotemeniyê û madeyên xwarinê nayên peydakirin. Her wiha elektirîk li ser Kobanê qut kirine. Xelkê Kobanê di van şert û mercên zehmet de taxên xwe diparêzin û li ber xwe didin. Li gorî bijîşkan, ji ber dorpêçê hemû cureyên dermanan nayên peydakirin, bi taybet dermanê tansiyon û şekir bi dawî bûne û nexweşên penceşêrê nikarin derbikevin derveyî Kobanê û tedawiya xwe dewam bikin. Her wiha şîrê didin zarokan nayê peydakirin. Ji ber qutbûna elektrîkê û tunebûna sotemeniyê beşên nexweşxaneyê sekinîne.

Li gorî çavkaniyên tenduristiyê, eger derman û şîrê zarokan neyên peydakirin wê pirsgirêkên mezin ên tenduristiyê çêbibin.

Li bazara Kobanê jî sebze û madeyên sereke yên xwarinê êdî bi dawî bûne û madeyên sotemeniyê jî nayên peydekirin. Niha jiyana 600 hezar mirovî gihîştiye rewşeke gelekî xetere.

Di dorpêçê de 4 zarok ji ber sermayê wefat kirin û niha rewşa hemû zarok, nexweş û giştî şêniyên Kobanê di xetereyê de ye.

Tevî vê dorpêçê jî xelkê Kobanê li ber xwe didin û peyama "Berxwedan bingehê vê pêvajoya nû ye" didin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.