Koalîsyona Navneteweyî dawî li ‘mîsyona şer’ anî
Pêncşem 9 Kanûn 2021 - 23:39
- Koalîsyona Navneteweyî ya dijî DAIŞ’ê ya bi pêşengiya Emerîkayê ragihand ku wan ‘dawî li mîsyona şer’ a li Iraqê anîye.
Koalîsyona Navneteweyî ya dijî DAIŞ’ê ya bi pêşengiya Emerîkayê ragihand ku wan ‘dawî li mîsyona şer’ a li Iraqê anîye.
Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Iraqê Qasim El Aaracî diyar kir ku Koalîsyona Navneteweyî dawî li ‘mîsyona şer’ aniye û niha tenê bi rola, ‘perwerde û piştevaniyê’ radibe.
Berpirsê ragihandinê yê Wezareta Navxweyî ya Iraqê General Saed Mean jî têkilî vê mijarê got, ”Koalîsyon beriya sersalê wê êdî mîsyona derveyî şer bi temamî temam bike.”
BEXDA