Hevserokê KNK’ê Ahmed Karamûs ji ber rîska mezin a şer bang li PKK û PDK’ê kir ku tavilê diyalogê bikin. Karamûs got, ”Bi rengekî eşkere bang li pêşmerge û gerîla dikim; xwe ji şer vegirin.”
Hevserokê KNK’ê Ahmed Karamûs ji ANF’ê re axivî û banga lezgîn li aliyan kir. Karamûs got, ”Bi navê Hevserokatiya KNK’ê, her wiha weke endamekî şandeya serdana Başûrê Kurdistanê kir, banga lezgîn li aliyan dikim. Em vî şerê dawî weke provokasyonekê dibînin. Divê her du alî xwe ji vê provokasyonê vegirin.
Em ji bo diyalogê bang dikin. Ji ber ku ev şer wê li qadekê nemîne û dibe ku li her devera Kurdistanê belav bibe. Em di pêvajoyeke gelekî hesas de ne û şerekî gengaz wê li berjewendiya partî yan jî Kurdekî neyê. Berevajî dikare li Kurdistanê bibe sedema têkçûnê.”
Bingeh ji dijmin re amade dike
Karamûs destnîşan kir ku rageşî û rîska şer tenê amadekariyê ji dagirkeriya dijmin re dike û got, ”Lewma em bang li PDK’ê û PKK’ê dikin, bang li pêşmerge û gerîlayên HPG’ê dikin; Ev şer bi ti awayî ne bi xêra Kurdan e. Berevajî, dikare destketiyên Kurdan têk bibe.”
Karamûs bang li partî, saziyên li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat kir ku zimanekî ku şer sor dike bi kar neynin, aştî û biratiyê teşwîq bikin û got, ”Gotinên sorkirinê û daxuyaniyên bi vî rengî ne li xêra destketiyên Kurdan e.
Yekane rêya çareseriyê diyalog û hevdîtin e.”
Bang li Mesûd Barzanî
Karamûs bangeke taybet li Serokê Giştî yê PDK’ê Mesût Barzanî jî kir û got, ”Di vê mijarê de divê bi rola xwe rabe. Pêwîste şer, şerê navxweyî, şerê Kurdan rawestîne.
Karamûs nerazîbûn nîşan da ew daxuyaniyên dawî yên Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî yên li ser PKK, Şengal û Rojava û got, ”Em vê helwestê teqez qebûl nakin. Ne li gorî berjewendiyê Kurdan e.”
Karamûs, rageşiya rû daye, weke zexteke dewleta Tirk destnîşan kir û got, ”Ji şerê nava Kurdan tenê dagirker bi ser dikeve.”
NAVENDA NÛÇEYAN