KNK li pişta Şengalê ye

Pêncşem 24 Sibat 2022 - 22:21

  • Endamê şandeya KNK’ê Şoreş Xidir behsa armanca serdana şandeya KNK’ê ya bo Şengalê kir û got; “Me xwest em werin Şengalê da ku em bi çavê xwe bibînin, nas bikin û bibin xwedî agahî.

Şandeya KNK’ê ya ji 8 kesan pêk dihat pêr çû serdana Şengalê. Şandeya Kongreya Netewî ya Kurdistanê(KNK)  bi Desteya Rêveber ya Şengalê, TAJÊ, PADÊ û Asayîşa Êzîdxanê re hevdîtin pêkanîn.

Di şandeya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê ya derveyî welat de Hevseroka KNK’ê  Zeynep Mûradî, Endamê Rêveberiya KNK û Parlamenterê Berê yê Herêma Kurdistanê Şêrko Heme Emîn, Bijîşk û Çalakvanê siyasî Hemîd Latîf, endamê KNK, rojnamevan û çalakvanê siyasî Şoreş Xidir, Endama KNK’ê û nûnera Zerdeştiyên li Başûrê Kurdistanê Faîze Firad, Endamê KNK’ê û Çalakvanê Siyasî û Rojnamevan Fîyad Hîdanî, Çalakvanê Siyasî, Lêkolînvan Çeto Hewlerî û Endamê KNK’ê, Çalakvanê Siyasî û Rojnamevan Latîf Fatîh cîh girtîbûn.

Da ku em bi çavê xwe bibînin

Endamê şandeya KNK’ê Şoreş Xidir behsa armanca serdana şandeya KNK’ê ya bo Şengalê kir û got; “Me xwest em werin Şengalê da ku em bi çavê xwe bibînin, nas bikin û bibin xwedî agahî. Çi ji civaka Êzîdî re pêwîst e, çi kar û xebat têne xwestin em bizanibin. Ji xwe em wek KNK xwedî erk û berpirsiyar in ku bizanin Şengal di çi rewşê de ye. Em dikarin çawa piştgirî û alîkar bibin. Çi ji me tê xwestin da ku em bikarin hem asta netewî de hem di asta navnetewî de ji bo gelê Şengalê bikîn.

Me dît ku biryara gelê Şengalê berxwedanî û tekoşîn e. Carek din zilm û zorê, fermanan li ser xwe qebûl nakin. Bi piştgiriya jinê, hêza YBŞ dikarin parastina xwe pêkbînin. Ya ji me jî tê xwestin alîkarî û piştgiriya pêwîst kirin e. em jî wek KNK piştgirî li statûya li Şengalê dikin, piştgirî dikin ku civak bi xwe xwe birêve bibe. Em ji civaka Êzidî re jî serkeftinê dixwazin.”

Endama KNK’ê û Nûnera Zerdeştiyên li Başûrê Kurdistanê Faîze Firad jî anî ser ziman ku wana xwest ji nêzde Şengalê bibîne, xelkê Şengalê guhdarî bikin. Faîze Firad got; “Me xwest heman demî serdana jinan bikin. Serdana wan jinên Êzîdî bikin, ji ber em dibînin ku jina Êzîdî dikare sîstema siyasî ya tê xwestin pêkbînin. Em bi jina Êzîdî serbilind û keyfxweşin ku îro pêşengtiyê vê tekoşînê dikin.” 

ROJNEWS/ŞENGAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.