Şandeya KNK’ê li bajarê Hewlêrê di çarçoveya hevdîtin û serdanên xwe yên bi partiyên siyasî re ji bo yekîtiya netewî, bi Hizba Zehmetkêşana Kurdistanê re civiya. Hizba Zehmetkêşan dijberiya xwe li dijî hemû egerên şer anî ziman û îşaret bi çareseriyek aştiyane kir.

Şandeya KNK’ê ji aliyê sekreterê giştî yê Zehmetkêşan Seed Xalid û endamên din yên hizbê ve hate pêşwazîkirin. Her dû alî li ser rewşa dawî, aloziyên li başûrê Kurdistanê û hewldanên siyasetên şerxwaz yên hinek aliyên siyasî civiyan.

Li gorî agahiyan, Hizba Zehmetkêşana Kurdistanê dijberiya xwe ya li dijî egera hemû cûrên şer aniye ziman. Herwiha Hizba Zehmetkêşan destnîşankir ku divê pirsgirêkên heyî bi diyalogê û aştiyê werin çareserkirin.

Hizba Zehmetkêşana Kurdistanê xebatên KNK’ê yên ji bo yekîtî û aştiyeke mayînde ya di nava hêzên Kurdî de jî girîng nirxand.

ROJNEWS/HEWLÊR