- Şandeya KNK’ê ya bi serokatiya hevserokê KNK’ê Ehmed Qeremus li bajarê Silêmaniyê bi şandeke Tevgera Goran re civiya.
Şandeya KNK’ê di çarçoveya serdanên ji bo aliyên siyasî de, li bajarê Silêmaniyê bi şandeke Tevgera Goran re civiya. Aliyan diyarkirin ku divê pirsgirêk bi rêyên diyalogê werin çareserkirin û gotin; “Şer wê bibe sedema gelê Kurd destkeftiyên xwe ji dest bide.” Hevserokê KNK’ê da zanîn ku wan daxwaza hevdîtinê li Mesud Barzanî, Nêçîrvan Barzanî û Mesûr Barzanî kirine.
Şandeya KNK’ê ya bi serokatiya hevserokê KNK’ê Ehmed Qeremus li bajarê Silêmaniyê bi şandeke Tevgera Goran re civiya. Piştî civînê daxuyaniyek çapemeniyê hate dayîn. Berdevkê Tevgera Goran Ednan Osman diyarkir ku serdana KNK’ê di çarçoveya hewldanên ji bo aramiya Herêma Kurdistan û aloziyên dawî bû û got; “Îro me li ser bûyerên dawî yên li Herêma Kurdistanê ku metirsiyek mezin ji bo xelkê çêkiriye guftugo kir. Çareserî tenê rê girtina li şer e, diyalog û guftugo ye. Beriya niha jî parlamentoyê şerê navxweyî heram kiriye. Divê hemû aliyên siyasî girêdayî biryarê bin.”
Hevserokê KNK’ê Ehmed Qeremus jî di heman daxuyaniya çapemeniyê de axivî û got; “Armanca KNK’ê çêkirina zemînekî diyalogê ye. Ji bo çareseriya pirsgirêkên dawî yên li Başûrê Kurdistanê çêbûne, divê aliyên siyasî dest bi danûstandinan bikin û bi hevre nakokiyan çareser bikin. Divê ji bo ku şer çênebe, em hemû bi hevre rê li aloziyan bigrin. Ji ber ku şer wê hemû destkeftiyên gelê Kurd ji nav bibe.”
Hevserokê KNK’ê herî dawî jî got; “Me daxwaza hevdîtinê ji birêz Mesud Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê kiriye. Lê heya niha bersiva me nedane.”
ROJNEWS/SILÊMANÎ