Klozeta herî kevnar a dinyayê!

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 22 Sibat 2023 - 04:54

Li Çînê li bajarê Yueyang qedemgeheke bi sîfon hate kifşkirin. Erê qedemgeh, daşîr, avdestxane û tuwalet hemû yek in. Piştî kolana du qesrên mezin, qedemgeheke 2 hezar 200 salî hate dîtin. Hat gotin ku ev qedemgeh yek ji wan qedemgehên herî kevnar e. 

Akedemiya Civakî û Zanistî ya Çînê da zanîn ku arkeologan li Yueyang qedemgeheke kevnar a bi sîfon dîtiye. Qedemgeha ku dişibe klozetê, tevî boriya xwe bi kanalîzasyonê ve girê dane. Bajarê Yuayeng di dema Xanedaniya Çînê de weke peytext bi nav û deng bû. Ji lewma lêkoleran got ev klozeta ku hatiye dîtin, weke yên îro nûjen e û pirr pêşketî ye. 

Arkeolog Liu Rui got; “Heta niha li Çînê qedemegeheke wiha nehatibû dîtin. Ji lewma ev cara ewilî ye ku qedemgeheke wiha tê dîtin. Wexta em çav bi vê klozeta kevnar ketin, em matmayî man û paşê jî em tev bi hev re keniyan."

Arkeolog Liu Rui da zanîn ku ev klozeta wan dîtiye, nîşaneya “tovrindiyê” ye û weke alaveke “luks”a malmezinan bi nav kir. Wî got, tenê kesên payebilind karîbûne vê klozetê bi kar bînin. 

ŞANGHAY

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.