KJKʼê Leyla Agirî bi bîr anî

Duşem 24 Tebax 2020 - 16:06

  • Koordînasyona KJK'ê ragihand ku endama Konseya Rêveber a KJK'ê Leyla Agirî şehîd bûye

Koordînasyona KJK'ê ragihand ku endama Konseya Rêveber a KJK'ê Leyla Agirî şehîd bûye û got, "Bi navê tevgera jinê ya Kurd, em soza xwe dubare dikin ku bi dilsoziya bi bîranîna hevala Leyla Agirî ku jina pêşeng bû, li Kurdistana azad jiyana azad biafirînin."
Hin beş ji daxuyaniya Koordînasyona KJK'ê wiha ne:
"Şoreşa Kurdistanê şoreşeke jinê ye. Bi gotineke din, afirandina şoreşan di nava şoreşê de ye. Jin ti carî di vê astê de tevlî têkoşîneke din a azadiyê ya gelan nebûne. Di ti şoreşên mirovahiyê de rol û mîsyona pêşengiyê ya stratejîk ji jinan re nehatiye dayin. Pêşengiya me ya jinê, li ser bingeha paradîgmaya azadiyê ya Rêber Apo, pêşengiyeke kolektîf e ku xwe dipsêre avakirin û birêxistinkirina jiyana azad û berxwedana li her qada jiyanê ye.
Tevgera jinên azad ên Kurdistanê li ser vê bingehê ji Sakîne Cansizan dest pê kir û Zekiye, Bêrîtan, Zîlan, Sema, Viyan Soran, Şîrîn Elemhûlî, Arîn Mîrkan, herî dawî şehîdên leheng ên Heftanînê Esmer, Zelal, Nûcan û Doga afirand. Şehîdên me yên jinê şehîdên afirandina jiyana nû û azad a li Kurdistanê ne.
Yek ji nûnerên wêrek û leheng ên berxwedan û dîroka me ya azadiya jinê, hevala Leyla Agirî (Fîlîz Aslan) di Hezîrana 2020'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê di êrişeke hewayî de şehîd bû. Destpêkê bila serê malbatê, xizmên wê, gelê me û jinan hemûyan sax be. Bi navê tevgera jinên Kurd em soza xwe dubare dikin ku li ser bingeha dilsoziya bi bîranîna hevala Leyla Agirî ku jina pêşeng bû, em ê li Kurdistana azad jiyana azad biafirînin.

Keça serhildêr a Serhedê

Hevrê Leyla Agirî sala 1973'an li navçeya Qelqelî ya Wanê ji dayik bû. Piştî ku xwendina Lîseyê qedand, sala 1993'an tevlî nava refên gerîla bû. Dema ku tevlî bû, navê Leyla Qasim li xwe kir û hîn di destpêkê de nîşan da ku wê weke jineke evîndara azadiyê û berxwedêr bimeşe. Piştî ku çû qada Rêbertî û Rêbertî nas kir, hişmendî û îradeya wê xurtir bû. Gihîşt wê hêza wateyê ku rastiya jinê nas bike, bibe ya xwe û bi baweriya ji xwe, xwe ji nû ve biafirîne. Bû xwedî wesfên pêşengtiyê.
Salên dirêj di nav xebatên leşkerî, îdeolojîk û civakî yên têkoşîna me ya azadiyê de cih girtiye. Di nav gerîla de fermandar û perwerdekareke baş, di nav xebatên qada civakî de jî bi taybetiyên xwe yên avakirina pergalê pêşengtî kiriye.
Leyla Agirî ya ku keça serbilind û serhildêr a Serhedê, di têkoşîna xwe de berxwedan, welatparêzî û azadî kir esas. Di jiyana xwe ya şoreşgeriyê ya 27 salan de, kesayet û helwesta Rêber Apo ji xwe re kir esas.
ANF/BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.