Kiwêstan Dawudî rehmet kir
În 27 Çile 2023 - 01:14
Endama Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) û têkoşera Kurd Kiwêstan Dawudî ji ber nexweşiya penceşêrê li parêzgeha Silêmaniyê wefat kir.
Kiwêstan Dawudî di nava malbateke welatparêz de ji dayîk bû. Çalakvanek siyasî û yek ji jinên têkoşer bû ku piştî şoreşa Îranê ya 1979’an tevlî nava refên têkoşînê bibû.
Jina têkoşer Kiwêstan Dawudî ji aliyê her du desthilatdarên paşatî û Komara Îslamê ve êş û êşkenceyê dibîne û ji bo demekê tê girtin. Kiwêstan Dawudî xwedî berxwedan û têkoşîneke bêhempa bû.
Kiwêstan Dawudî ku çend sal bû endama Kongreya Netewî ya Kurdistanê, her wiha di aliyê dîplomasî de jî xebat dikir. Li her beşeke Kurdistanê ku derfetê têkoşînê lê hebû, bê ku sînorên hatine ferzkirin bibîne, ji bo azadiya gelê xwe têkoşîn kir.
NAVENDA NÛÇEYAN