Kitêbxaneya seyar a kitêbên Rêber Abdullah Ocalan li bajarê başrê Fransayê Marsîlyayê jî geriya.
Pirtûkxane di destê sibehê de doh li pêşiya Navenda Civakî ya Demokratîk a Marsîlyayê bi rê ket û li meydana Vieux Portê sekinî.
Li vê derê derbarê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û komploya 15’ê Sibatê xelk hat agahdarkirin.
Di pirtûkxaneya gerok de broşurên li ser pirtûk û fikrên Rêber Ocalan hate belavkirin.
Otobus piştre ber bi komuna Draguignanê bi rê ket û wê piştre biçe bajarên Nice, Montpellier, Toulouse û Bordeauxê.
MARSÎLYA