• Wergêrê Elmaniya kitêba Abdullah Ocalan a bi navê Sosyolojiya Azadiyê, kitêb li Frankfurtê da nasîn.

Îna bihurî bi şev li hola Gewerkschafthaus a bajarê Elmanyayê Frankfurtê, kitêba Rêber Abdullah Ocalan hat danasîn. Wergêrê Elmaniya kitêbê û endamê Înîsiyatîfa Navneteweyî ya Azadî ji Ocalan re - Aştî ji Kurdistanê re, Reimar Heider kitêb da nasîn. Navenda Civaka Kurd li Frankfurtê, Friedens- und Zukunftswerkstatt e.V. û Weqfa Rosa Luxemburg bi hev re çalakî organîze kir. Çalakî di şertên tevdîrên pandemiyê de hat kirin û ji kêm çalakiyên bi vî rengî yên destûrdayî bû.

Reimar Heider beriya ku tenê behsa kitêbê bike, îşaret bi karê înîsiyatîfa xwe kir, behsa Abdullah Ocalan û cihê wî di Tevgera Azadiya Kurdistanê de kir. Wî her wiha behsa esasên Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk kir ku kitêba wî da nasîn jî ji 5 kitêbên vê manîfestoyê ya sisiyan e. Wî nexasim îşaret bi fikra Ocalan kir, a ku dibêje zanyarên serdema me ji rahibên serdema Sumeran jî bêhtir girêdayî hêz û desthilatê ne. Ocalan nexasim behsa fonksiyona wan rahiban dike û li ber zanistên îro û zanyaran digire û dibêje, şert e sosyolojiyeke nû bê bipêşxistin; sosyolojiyeke azadiyê. rexneya wî ya sereke jî ew e ku bi dabeşkirina li dsîplînan a zanistê, wê bi temamî dixe xizmeta desthilatê û dûrî civakê dike.

Di vê de hin xisûsên esasî ku Reimar Heider jî bal bire ser wan, li pêşbûna exlaq - li gorî hiqûqê - bingehên avakirina civaka siyasî û hizrên li awayê din ên rêxistibûyîna civakî bûn.

Piştî gotara danasînê ya Reimar Heider haziran hem fikrên xwe li ser hizra Ocalan îfade kir û hem jî ji bo zelalfêmkirina gotarê pirsên xwe kirin. Piştî ku çalakî bi dawî bû, înternasyonalîstên Elman bi alaya PKK'ê çalakiyek li derveyî avahiyê li dar xist, pê hem doza azadiyê ji Ocalan re kirin û hem jî doza betalkirina qedexekirina PKK'ê îfade kirin.

FRANKFURT