Kirkisrakiyan mihrîcana xwe kir

Duşem 20 Hezîran 2022 - 22:30

  • Li Paytexta Ingilîstanê Londonê, Komeleya Piştgiriyê ya Kirkisrakiyan, li mekanê Federasyona Elewiyan a Brîtanyayê Mihrîcana Çand û Huner a Kirkisrakiyan organîze kir. 

DÎREN DÎCLE ERDEN / LONDON

Li Paytexta Ingilîstanê Londonê, Komeleya Piştgiriyê ya Kirkisrakiyan, li mekanê Federasyona Elewiyan a Brîtanyayê Mihrîcana Çand û Huner a Kirkisrakiyan organîze kir. 

Bi hezaran kes beşdarî mihrîcanê bûn. Gelek ciwan bi reng û cilûbergên Kurdî çûn meydana mihrîcanê. Hunermend Ozkan Orman, Kara Hasan, Murat Çelik û Zeynep Baksi di bernameya hunerî ya mihrîcanê de bûn. Şivan Perwer jî bi stranên xwe geh coşa xelkê zêde kir û geh jî ew xemgîn kirin. 

Şivan Perwer di dema performansa xwe ya li ser dikê de îşaret bi zextên li dijî Kurdî kir û got, “Ne ji mafê kesî ye ku miletê Kurd asîmîle bike.

Ya ku dikin faşîstî û nijadperestî ye.” Di mihrîcanê de nivîskar Ahmet Guven jî peyivî û got, “Bi paraztina zimanê xwe, em dikarin xwedî li nasname, çand, huner û nirxên xwe xwedî derkevin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.