Kilîl hate girtin an xerabû?

Çarşem 4 Kanûn 2024 - 02:55

Dewleta Tirk li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ê Herêma  Kurdistanê di sala 2021'an de êrişeke berfireh da destpêkirin. Di êrişên ku ji hewayî û bejahî ve hatine destpêkirin çekên qedexekirî û kîmyewî hatin bikaranin. Di êrişên ku zêdetirî 3 sal in berdewam dikin de, dewleta tirk bi hevkariya PDK'ê gelek gir dagirkirin û baregehên xwe yên leşkerî tê de avakirin. Ji ber êrişan heta niha gelek gundên derdora herêmên ku şer diqewime hatin valakirin. Rojnameger Kurtay Serhat der barê geşedanên li herêmê diqewimin ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî diyar kir ku dewleta tirk şêwazê ku li bajarê Babê daye meşandin bi heman şêwazî berê xwe da herêmên Kurdistanê û got:"Destpêkê li Surîyeyê ev şêwaz meşandin. Komeke DAIŞ'ê li Babê ev rewş qebûl nekirin û bi artêşa Tirk re şer kirin û bi mehan bajarekî biçûk ê weke Babê nekarî kontrol bike. Ev gava artêşa Tirk a destpêkê bû. Piştre ev şêwaz di sala 2018'an li Efrîn û herêma Xakurkê 2019-2020 li Heftanîn, 2021'an li Avaşîn, Zap û Metîna xistin meriyetê û heya niha jî bi vî awayî dixwazin bimeşînin. Çima dibêjim ‘dixwazin’ bimeşînin? Ji ber ku piştî wê operasyona têkçûyî a 10-14 ê Sibata 2021'ê li Garê rewş êdî bi temamî berovajî li artêşa Tirk zîvirî. Ji 2018'an ew cîhên ku leşker lê hatina danîn ango Xakurkê heya Heftenînê niha jî artêşa Tirk bi temamî kontrol nekariye çêbike, nikare rê li çalakî û derbên gerîla bigre."

Qadeke berfireh ava dike 

Rojnameger Serhat, anî ziman ku di sê salan de dewleta tirk nêzî 100 noqteyên leşkerî çêkirine û got:"Ji van xalên leşkerî qismekî jê demkî hatine girtin, lê qismekî zêde wek baregehên mayînde yanî wek qalekol têne çêkirin, lê çekên giran hatine bicîhkirin, pîstên helîkopteran û dîsa rêka bejahî jî hatine çêkirin. Ji bo rewş were fêmkirin ez bo we mînakekî bidim, niha ji Girê Amedîyê heya Girê Biharê ango herêmekî 10 kîlometre dirêj û firehiya xwe jî cîhê herî fireh 5 kîlometreye artêşa Tirk li qadekî vî awayî de 14 baregehên leşkerî ku bi hezaran leşker û çekên giran tê de hatine bicîhkirin çêdike."  Rojanemeger Serhat, anî ziman ku baregehên Tirkiyeyê ji aliyên hêzên PDK'ê ve tên parastin û got:"Li gel vê bi dehan baregehên hêzên PDK’ê jî hene ku parastina van baregehên artêşa Tirk dikin. Lê dîsa jî nekarin li vê herêmê pêşî li çalakî û derbên gerîla bigrin. Ji Xakurkê heya Heftenînê bi sedan baregeh hatine çêkirin û rêyên bejahî têne çêkirin û li gel wê şer ji bi hemû awayî berdewame dike. Bêguman armanca dewleta Tirk berfireh e lê ger em mijara leşkerî de bigrin dest armanc ew bû ku wek Bahçelî digot ‘ala Tirk li lûtkeyên Qendîlê bihejînin’. Li gorî vê taybet ji dewletên Rojavayî û NATO’yê piştgirîyek mezin girtin. Li gel vê Kurdê hevkar jî dan gel xwe. Ger hûn dixwazin pêşveçûna artêşa Tirk bibînin vekên nexşeyekî lê mêze bikin ji sînorê Çelê heya Kûrojaro karibûne pêşve biçin. Yanî 25-30 kîlometre û ev jî 4 sale nikarin safî bikin, yanî nekarîne çeperên gerîla tune bikin. Baş e ji sînorê Çelê heya Qendîlê teqrîben 250-300 kîlometre ye, divê tabloyê de gelo pêşveçûn heye an paşveçûn? Rewş bi vî awayî zelale." 

Ew ber bi tinebûnê ne

Rojnameger Serhat, diyar kir ku heke ku hikûmeta Bexda û Hewlêrê piştgiriyê nedin şerê ku dewleta tirk daye destpêkirin êdî taqeta Tirkiyeyê yê şerkirinê namîne û got:"Ger PDK û Iraq vê hevkariya xwe berdewam bikin ev şer wê kûrtir û xetertir be. Lê ger xwe tev li nebin tu hêviya dewleta tirk namîne. Niha bi van gavan re tenê emrê xwe dirêj dike."  Kurtay Serhat, anî ziman ku dewleta tirk lawazbûna xwe jî li ser siyaseta "tunekirina PKK'ê" diveşêre û got:"Dibêjin me hundirde PKK xilas kir. Niha qismekî biçûk li başûrê Kurdistanê maye em ê wan jî demekî nêz de xilas bikin. Heta hineka ji wan ji bo çalakiyên Enqerê digotin ji xwe PKK xilas bûye ev hewldanên dawîn e. Ger xilasbibûya wê çawa çalakiyên weke çalakiyê Enqerê yên profesyonel û nimûneyên xwe nîne bikira. Ruxmê kû hedefên baştir û hêsantir hebûn çima taybet Enqere û ew herdû cîh hatin hedef girtin? Disa ewqasî operasyon çima tên lidarxistin? Ev 4 sale her roj, her meh, her sal dibêjin ha îro ha sibê wê qilf bê girtin çima ew qilf nayê girtin? Ger hêzekî ber bi xilasbûnê be ev tablo pêkan e gelo? Bila her kesekî van pirsa  ji xwe bike û kêmekî rewşa heyî di dewletê mêze neke wê demê wê rastiya başbibîne. Ka rejîma Erdogan ber bi xelasbûnêye ve ye an PKK?"

MA/NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.