Kî teslîm nebe dikujin!
În 24 Hezîran 2022 - 21:15
- Selahattîn Demîr ji bo girtiyên siyasî kir hewar: Di dema hevdîtinê de kurê min got, hindik xwarinê didin wan. Dixwazin bûnyeya girtiyên siyasî lawaz bimîne da ku li ber xwe nedin. Hê ku ti cenaze ji girtîgehan derneketine, divê kesên xwedî wijdan, zend û bendan badin.
Celalettîn Demîr ku li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1 a Xarpêtê girtî ye. Bavê wî Selahattîn Demîr da zanîn ku li girtîgehê xwarinê kêm didin girtiyan û got: "Dixwazin kesên teslîm nabin, bimirin."
Binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê bi pêkanînên nû dewam dikin. Li girtîgehan, hin pêkanînên li dijî girtiyên siyasî hem girtiyan hem jî malbatên wan mexdûr dikin. Celalettîn Demîr ê 28 salî niha li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1 a Xarpêtê ragirtî ye. Bi hincetên siyasî, cezayê muebeta girankirî û 54 sal ceza lê hatiye birrîn. Ew beriya çendekê bi malbata xwe re peyivî di hevedîtineke girtî de. Wî di vê hevdîtinê de behsa binpêkirinên mafan ên li dijî girtiyan kir ji malbata xwe re. Bavê wî, Selahattîn Demîr ê 55 salî, qala van binpêkirinên mafan kir yên kurê wî jê re behsa wan kir.
Hem malbatan hem girtiyan ceza dikin
Selahattîn Demîr da zanîn ku kurê wî sala 2017'an hatiye girtin û wiha peyivî: "Piştî ku mehekê li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê ma, ew şandin Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1 a Xarpêtê. Bi zanebûn girtiyên siyasî dişînin bajarên dûr. Bi van kirinan, dixwazin bi girtiyan re malbatên wan jî ceza bikin. Ma li Şirnexê girtîgeh nebûn, kurê min şandin Xarpêtê? Bi vê yekê dixwazin girtiyan tenê bihêlin û vîna wan teslîm bigirin. Di pêvajoya pandemiyê de li girtîgehan hevdîtinên vekirî û girtî hatin qedexekirin. Piştî pandemiyê min hevdîtina vekirî ya yekem di Cejna Remezanê de bi kurê xwe re kir. Dema min ew dît, min ew nas nekir. Gelek jar bûbû, xwe bi zor li ser piyan digirt. Hemû hevalên wî jî mîna wî jar bûbûn. Herî dawî beriya bi 3 rojan dîsa çûm û min kurê xwe di hevdîtina girtî de 15 deqeyan dît. Dema ku min kurê xwe dît hinavê min parçe bûn. Her ku diçe bêhtir jar dibe. Kurê min û hevalên wî ne ji ber nexweşiyê zeîf û jar dibin, sedema jarbûna wan polîtîkayên taybet ên AKP'ê ne."
Hêdî hêdî girtiyan dikujin
Selahattîn Demîr di dewamê de kite bi kite behsa vê siyaseta dewletê kir bi gotinên kurê xwe: "Di dema hevdîtinê de kurê min got, hindik xwarinê didin wan. 3 kes bi hev re dimînin û serê sibehê tenê hêkeke kelandî didin wan. Ji bo firavînê û şîvê jî hinek savar yan jî meqarneyan didin wan. Dixwazin bûnyeya girtiyên siyasî lawaz bimîne da ku li ber xwe nedin. Dixwazin vîna wan teslîm bigirin û yên teslîm nebin jî bimirin.
Ji ber van polîtîkayan ji girtîgehan darbestên zarokên me derdikevin."
Çi hewce be divê em bikin
Bavê girtiyê siyasî Celalettîn Demir, Selahattîn Demir dibêje, "Divê em demildest li dijî van pêkanînan hin tiştan bikin. Beriya ku cenazeyên zarokên me ji girtîgehan derbikevin divê em çi hewce be bikin. Em ji zilmê re bêdeng nemînin. AKP dixwaze komkujiyan li dijî girtiyên xwedî vîn, pêk bîne. Hê ku ti cenaze ji girtîgehan derneketine, divê kesên xwedî wijdan, zend û bendan badin. Divê tevahiya civakê bê cem hev. Heke hewce bike, em ê tev bikevin greva birçîbûnê. Divê ev polîtika ji holê bên rakirin."
MA/ŞIRNEX