Kî pereyên êrişê dide!

Duşem 25 Nîsan 2022 - 22:12

  • Fermandarê teqawît Xelîl Serkanî: Tirkiye Başûrê Kurdistanê weke ya xwe dibîne, di serdema Osmaniyan de wiha didît, niha jî wiha ye. Divê Kurd bi partiyên xwe hemûyan, yek helwêst bin, nakokiyên xwe bidin aliyekî û li ber êrişan rabin.

IDRÎS KARA
 
“Tirkiye bi rêya PDK’ê dewlemend bû, heger PDK nebe, aboriya Tirkiyeyê nikare barê êriş û dagirkeriya li dijî Kurdan, rake. Metirsiya êrişa vê carê mezintir e, ne tenê Herêma Kurdistanê, statûya Iraqê jî ji dest diçe.”  

Fermandarê Leşkerî yê teqawîtbûyî, Xelîl Serkanî derbarê êrişa dewleta Tirk a ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê, metirsiya êrişa dawî, helwêsta Iraq, PDK, xebata PKK’ê, statûya Herêma Kurdistanê, rola Parlamena Herêma Kurdistanê û Serokkomarê Iraqê ya li hemberî êrişan, ji rojnameya me re axivî.

Fermandarê Leşkerî yê teqawîtbûyî, Xelîl Serkanî destpêkê got, xebata gelê Kurd xebateke rewa ye, xebateke ji bo nasname û statûyê ye. Xelîl di dewama axaftina xwe got, Kurd ji bo parastina xak û nasnameya xwe xebata xwe ya rewa dimeşînin: “Dijmin nahêle mafê gelê Kurd bi rêya guftugoyê were dayîn, tevî vê jî Kurdan her tim hewl daye bi rêyên aştiyane, mafê xwe wergirin, lê dijmin danûstandineke dijminane raberî wan kiriye. Bi taybetî herî zêde Kurd li Bakurê Kurdistanê hene, xebata li wir tê meşandin, xebatek rewa ye, kesên çavê xwe li dijmin, dagirkerî û dewleta Tirk miç bike, ew xiyaneta nîştimanî û neteweyî dike.”

Êriş li dijî statûya herêmê ye

Xelîl Serkanî nexasim jî bal bire ser armanca dewleta Tirk a ji êrişa dawî: “Dewleta Tirk wîlayeta Mûsilê weke ya xwe dizane, di heman demê de Kurdistanê jî weke ya xwe dizane. Ji bo vê, êriş wê tenê bi gerîla sînordan nemîne. Ev êrişa dawî ji bo tinekirina statûya Herêma Kurdistanê ye, Tirkiye dixwaze bi vê re Mûsilê li ser axa Tirkiyeyê zêde bike û vê yekê veşartî jî nake.”

Ti hikûmet nîne!

Xelîl Serkanî behsa sedema bêdengiya Hikûmeta Hewlêrê baramberî êrişan û desthilata 30 salan a li Herêma Kurdistanê kir: “Tiştek bi navê hikûmetê li Herêma Kurdistanê nîne, hemû hizbên siyasî ne. Heger hikûmetek nikaribe mûçeyê karmendên xwe bide, nikaribe azadiyê ji xelkê re bîne ku ev 30 sal in jî nehatiye kirin, wê demê ev ne hikûmet e. Ma dema hikûmet nebe, çawa wê dijî dagirkeriyê jî dengekî derxe. PDK her carê li cem dagirkerekî ye, meseleya PDK’ê ev e, dîrok şahid e.”

‘Parlamen ne nûner e’

Li ser rola parlamena Herêma Kurdistanê û serokkomarê Iraqê ya li dijî dagirkerî û êrişan jî got; “Lazim e parlamen li ser êrişan bicive, şermezar bike, bang li Neteweyên Yekbûyî, rêxistinên mafê mirovan bike. Ji wan re bibêje, êriş û dagirkeriyê rawestînin, bikevin nava hewldanan. Lê mixabin, parlamen jî ne parlamen e ku heta nûnertiya xelkê Kurdistanê bike. Parlamenter û komên di parlamenê de, hemû bi emrê mekteba siyasî yên partiya xwe kar dikin. Ji ber wê em nikarin bibêjin, parlamen jî parlamen e.

Nahêlin statû çêbibe

Daxuyaniya serokkomarê Iraqê hebû, lê daxuyaniyeke şermê bû. Heger cidî be, divê bang li dinyayê bike, bang li hevpeymanan bike da ku rê nedin Tirkiyeyê. Ne tenê Tirkiye, dewletên ku Kurdistan bi ser wan hatine dabeşkirin jî, nahêlin Kurdistan bibe xwedî statu.

Iraq jî dibin metirsiyê deye

Heger îro em pişta xwe bi hevpeymanan ve girêdidin, ev xetereke mezin e. Iraq jî dibin metirsiyê de ye, statuya Iraqê jî di heman demê de di bin metirsiyê de ye. Daxuyaniyên Wezîrê Derve yê Iraqê jî daxuyaniyeke cihê şermê bû.”

‘Mesele ne Metîna û Zê ye’

Xelîl Serkanî got, mesele ne Zê (Zap) û Metîna ye; “Tirkiye dixwaze Mûsilê li ser axa Tirkiyeyê zêde bike, ji wir jî ber bi Kerkûk û Şengalê ve biçe, ev hedefa Tirkiyeyê eşkere ye.

DewletaTirk PDK’ê bi kar tîne, dinya dizane aboriya Tirkiyeyê aboriyeke şikestî bû, ketîbû. Yanî aboriya Tirkiyeyê bi ti awayî nikare barê vê dagirkerî û êrişê rake. Lê Tirkiye bi rêya PDK’ê dewlemend bû, bi rêya nefta Herêma Kurdistanê, rêya deriyê Îbrahîm Xelîl dewlemend bû.

Tirkiye peywendiyeke bi hêz a aborî bi PDK’ê re heye. Dewleta Tirk bi ti awayî weke Kurd an jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê, danûstandinê bi PDK’ê re nake.

Ji bo Tirkiyeyê ha PKK û ha PDK

Ji bo dewleta Tirk PKK çi be, PDK jî ew e; ji bo wan her du jî Kurd in. Lê niha aboriya PDK’ê di berjewendiya Tirkiyeyê de ye. Li gel Tirkiyeyê çi partiyeke siyasî be, yan jî PKK, PDK, YNK, Gorran be, ferq nake.

Xebata PKK’ê ji bo Kurdan xebateke bi bandor e, meseleya êrişan jî xebata PKK’ê ye. Ji ber ku PKK’ê heya radeyekê serbilindiya Kurdan çêkir, di dema berê de gelek serhildan çêbûn, lê xebata PKK’ê xebateke bi bandor e.”

‘Başûr ya xwe dibîne’

Di dawiya axaftina xwe de Fermandarê Leşkerî yê teqawîtbûyî, Xelîl Serkanî behsa rastiya nihêrîna Tirkiyeyê li Başûrê Kurdistanê kir; “Tirkiye Başûrê Kurdistanê weke ya xwe dibîne, di serdema Osmaniyan de wiha didît, niha jî wiha ye. Divê Kurd bi partiyên xwe hemûyan, yek helwêst bin, nakokiyên xwe bidin aliyekî û li ber êrişan rabin.

Metirsiya vê carê cuda ye

Ev êrişa dawî ji bo Kurdan hemûyan xetereke mezin e, metirsiya êrişa vê dawiyê, ji metirsiya carên din cûda ye. Bi metirsîtir e, Kurd jî niha di nava xwe de ne yek in, li Herêma Kurdistanê jî kes baweriyê bi hikûmetê naîne. Xelk baweriyê bi hizban naîne, hêvîdar im ev metirsî were dîtin û gelê Kurd li dijî dagirkeriya Tirk yekîtiya xwe ava bike.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.