• Artêşa Tirk a dagirker ji nuqteya eskerî li Morteka Idlibê di kontrola Rûsyayê de vekişiya.

Artêşa Tirk a dagirker ji nuqteya eskerî li Morteka Idlibê di kontrola Rûsyayê de vekişiya. Tê gotin dê Artêşa Tirk a dagirker wê ji 6 noqteyên din vekişe. 
Li Idlibê krîzeke mezin heye. Hêzên rêveberiya Şamê yên Rûsya piştgiriya wan dike û komên çete yên dewleta Tirk ketin bin pozê hev. Ji lewra jî mintîqa Idlibê liv û tevger lê zêde bû. Her du hêz jî sewqiyatên leşkerî li derdora bajêr û çoltera wê zêde dikin. 12 noqteyên çavdêriyê yên Tirkiyê li Idlibê hene. Artêşa Tirk ji noqteya 9’an a li Mortekê vekişiya. Artêşa Tirk di kontrola Rûsyayê de derket. EskerênHêzên Çekdar ên Tirk (TSK) ku vekişiyan çûn herêma Zaviye. Tê diyarkirin ku Tirkiye wê ji 6 noqteyên çavdêriyê yên din ên li çoltera Idlibê û Hamayê vekişe. 

IDLIB