Kî bêje Kurdistan wî digirin

Çarşem 24 Mijdar 2021 - 23:38

  • Dikandar Haci Tûnç di serdana Serokê Giştî yê TDP’ê Mûstafa Sarigul a Wanê de jê re got, ‘Ev der Kurdistan e’. Hêzên dewleta Tirk jî ew tavilê kirin nezaretê.

Dikandar Haci Tûnç di serdana Serokê Giştî yê TDP’ê Mûstafa Sarigul a Wanê de jê re got, ‘Ev der Kurdistan e’. Hêzên dewleta Tirk jî ew tavilê kirin nezaretê.

Serokê Giştî yê Partiya Guherîn a Tirkiyeyê (TDP) Mûstafa Sarigul, li Wanê çû  serdana hin dikandaran. Sarigul û şandeya pê re, danê sibehê bi nûnerên çapemeniya herêmî û neteweyî re hevdîtin kirin û pişt re li navçeya Rêya Armûşê çûn serdana dikandaran. Dikandar Haci Tûnç di serdana Sarigul de got, “Ziman çiqas zêde bin, bextewarî jî ewqas zêde ye. Çanda Rojhilat gelek cuda ye. Em Rojhilat ji bîr nekin. Hevalekî me li Sêrtê got ‘Ev der Kurdistan e’. Beriya hezar, 2 hezar salan ev der Kurdistan bû. Niha jî Kurdistan e. Îtîraz nekin. Yê ku em afirandine Xweda ye. Xweda bi Kurdî, Tirkî û Ingilîzî jî dizane.”

Li gorî agahiyên MA´yê, piştî ku Sarigul ji bazarê veqetiya, polêsan bi ser cihê kar ê Tûnç de girt û ew kirin nezaretê û birin Midûriyeta Polêsan a Wanê. Parêzerê Tûnç diyar kir ti agahî nedane wî ka Haci Tûnç ji ber çi kirine nezaretê.

WAN 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.