Kevçiyê bixurê yê 2 hezar û 700 salî

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 10 Çile 2023 - 01:47

Rayedarên Emerîkî piştî ku derbarê koleksiyonerê hunerê Michael Steinhardt de operasyona lêpirsînê bi dawî kirin, biryar dan ku kevçiyekî ji diranê fîlan hatiye çêkirin, teslîmî dewleta Filistînê bikin. 

Steinhardt sala 2003’yan ev kevçî ji antîkfiroşekî Îsraîlî yê bi navê Gil Chaya kirîbû. Li gorî lêkolînan hatiye çespandin, Gil Chaya gelek berhemên dîrokî yên Rojhilata Navîn firotine Steinhardt. Piştî ku derheqê Steihardt de operasyon bi dawî bû, biryar hat dayîn ku ew heta hetayê ji kirrîn û firotina berhemên dîrokî bêpar were hiştin.

Ev kevçiyê kevnar ê ku beriya 2 hezar û 700 salan hatiye çêkirin, di dema Asûriyan de hatiye çêkirin û nîşaneyeke şaristaniya Asûrî ye. Li ser kevçiyê kevnar fîgûrekî bi per hatiye çêkirin. Di wexta xwe de ji bo ayînên miriyan hatiye bikaranîn û her wiha ji bo bi ser agir de bixurê bigerînin hatiye sêwirandin. 

Di navbera Emerîka û Filistînê de cara yekem e ku tiştekî wiha diqewime. Yanî ev yekem berhem e ku Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) teslîmî Filistînê kiriye.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.