- Li Kobanê zarok bi şahiya sersalê şa bûn.
Bi nêzikbûna sersalê re Kevana Zêrîn a bajarê Kobanê ji bo çanda kurdewar a kevin bi bîr bixe û zarokan kêfxweş bike, dest bi çalakiyan kir.
Bi vê munesebetê endamên Kevana Zêrîn bi cil û bergên xwe yên Kurdî û amurên mûzikê di nava bajêr de geriyan û şekirok li zarokan û li malan belav kirin. Dema ku mal bi mal digeriyan û gava bi lêxistina daholê diketin nava malan, wan digot, "Serê salê binê salê, xwedê aramiyê û azadiyê bide vê malê". Çalakî wê heta sersalê dewam bike.
JINNEWS/KOBANÊ