Yûsûf Nakçî yê li girtîgehê gelek caran sîxurtî lê hatibû ferzkirin li dijî kirinên sîxurtiyê 10 roj in di greva birçîbûnê ya bêdawî de ye.
Yûsûf Nakçî li navçeya Farqînê ya Amedê di 11’ê Gulana 2017’an de bi îdiaya “endamê rêxistinê ye” hatiye binçavkirin û li Fermandariya Cendirmeyan a Farqînê bi êşkence lê hatibû kirin.. Paşê wî dibin Miduriyeta Polîsan a Amedê û li vir 14 roj di binçavan de tê hiştin û pişt re bi beyanên “şahidê nepen” ji aliyê dadgehê ve hatibû girtin û şandibûn zindana Amedê tîpa Dʼyê.
Li zindanê gelek caran sîxurtî li Nakçî hat ferz kirin. Lê tevî hemû hewldanan jî Nakçî xwesteka sîxurtiyê red dike. Pişt re polîs li hevjîna Nakçî, Hatîce Nakçî digerin û vê carê jî sîxurtiyê li wê ferz dikin û ew jî red dike. Polîs vê carê jî gefan li Hatîce Nakçî dixwe. Nakçî di 22’ê Mijdara 2017’an de ji Girtîgeha Amedê sewqî Girtîgeha Xartpêtê ya Jimara 1’an a Ewlehiya Bilind hatiye kirin. Li Girtîgeha Xarpêtê derûniya Nakçî xera dibe û du sal û nîv li Nexweşxaneya Nexweşînên Rûh û Sînîr a Xarpêtê hat tedawîkirin.
Doza Nakçî li Dadgeha Cezayê Giran a 8’emîn a Amedê hatibû dîtin û dadgehê bi îdiaya “yekîtiya dewletê û tevahiya welat xera kiriye” cezayê girankirî yê hetahetayê lê birî.
Heta zilm dewam bike
Nakçî di 25’ê Çile de bi rêya telefonê li hevjîna xwe Hatîce digere û zora li zindanê lê tê kirin tîne ziman û dide zanîn ku li dijî zilma lê tê kirin ji Çarşemê ve dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî kiriye û gotiye; “Heta ev bêhiqûqî û zilm biqede ez ê di greva birçîbûnê de bim. Ji roja ez ketime greva birçîbûnê vir ve tiştên pêwîst nedane min.”
Dayika Yûsûf Nakçî, Îkram Nakçî jî anî ziman ku nêzî du salan e lawê xwe nedîtiye.
MA/AMED