• Qederê 60 aktîvîstên Defend Kurdistanê kirin ku rêxistina Frankfurtê ya Partiya Keskan şerê Erdogan li dijî Kurdan rûreş bike. Wê her wioha soz da ku hewl bide bi pêşnûme biryarekê bike ku meclîsa şaredariya Frankfurtê jî şerê li dijê Kurdistanê şermezar bike.  

Doh sibehê li bajarê Elmanyayê Frankfurtê qederê 60 aktîvîstên Defend Kurdistanê (Kurdistanê Biparêze) li ber buroya Partiya Keskan, yanî hevpara koalîsyona hikûmeta heyî ya federal civiyan da ku hevkariya hikûmeta federal a Elman bi şerê dewleta Tirk û Tayip Erdogan ê li dijî Kurdan protesto bikin. Xwepêşandêran buroya Serokê Partiya Keskan Omid Nouripour dagir kir. Piştî ku piştî nîvrojê Rêxistina Partiya Keskan a Frankfurtê bi daxuyaniyekê şerê dewleta Tirk li dijî Başûr û Rojavayê Kurdistanê rûreş kir, Defend Kurdistanê çalakiya xwe bi şertê taqîba meseleyê bi dawî kir. Yanî çalakiya doh kir ku rêxistina Frankfurtê ya Partiya Keskan şerê Erdogan li dijî Kurdan rûreş bike.     

Doh qederê 60 aktîvîstên Defend Kurdistanê (Kurdistanê biparêze) li semta Sachsenhausenê a bajarê Elmanyayê Frankfurtê, pêşî li ber avahiya Partiya Keskan a Frankfurtê xwepêşandan li dar xistin û paşê avahî û buroya serokê partiyê Omid Nouripour dagir kirin.

Wan desteka hikûmeta federal a Elman dide şerê qirêj ê dewleta Tirk ê li Kurdistanê bi vê çalakiyê protesto kir. 
Silav ji te re gerîla! 

Hem dovîz û hem jî pankartên aktîvîstên Defend Kurdistanê ne tenê êrişên dewleta Tirk rûreş kirin, wan di heman demê de berxwedana gerîlayên Kurdistanê û gelê Kurd jî silav kir.

Li ber avahiya Partiya Keskan li ser pankartekê dinivîsî: Şerê êrişê yê Erdogan bisekinin! 

Li ser pankarteke din jî dinivîsî: Zap, Avaşîn Metîna: Silav ji te re gerîla!

Pankarta sêyem jî digot, “Bijî Rojava! Qedexeya PKK’ê betal bikin!”

Defend Kurdistanê ji bo çalakiyê da zanîn ku sedema dagirkirina buroya serokê Partiya Keskan Omid Nouripur, “dagirkeriya li dijî hiqûqa navneteweyî ya dewleta Tirk li beşên Kurd ên Sûrî û Iraqê ye”.

Wan got, “Partiya Keskan heq e ku êrişa dagirkeriyê ya Rûsya li dijî Ukraynayê şermezar bike, lê xwe kerr dike beramberî şerê êrişê yê leşkerên çete yên Erdogan û artêşa wî li dijî Kurdistanê. Şer şer e û her du desthilat jî lazim e bi heman rengî bên cezakirin bi mueyîdeyan.” 

Pênc xisûsên xwe dan zanîn

Di daxuyaniya xwe de aktîvîstan got, sala 2019’an serokê partiyê yê niha, Omid Nouripour êrişkariya dewleta Tirk weke krîzeke insanî, li dijî hiqûqa navneteweyî bi nav kiribû û gotibû, “Erdogan bi ewlekariya me dilîze.” Aktîvîstan bi bîr xist ku hingê Nouripour koalîsyona mezin a CDU û SPD’ê rexne dikir û wiha dewam kir: “Rexneyên Nouripour îro jî rast in. Tenê li şûna koalîsyona mezin niha ya SPD û Keskan heye. Wezareta Karê Derve ya Federal jî di destê Partiya Keskan de ye. Bêdengiya Keskan nîşana desteka êrişên niha yên li dijî Kurdistanê ye. Dewleta Tirk bi salan e bi awayekî serketî şantajê li siyaseta derve ya Elman dike. Em xwe mecbûr hîs dikin ku vê çalakiya dagirkirinê bikin da ku li me bê guhdarîkirin.”

Wan xwest hevdîtinek bi serokê Partiya Keskan parlamenterê federal Omid Nouripour re bê eyarkirin da ku behsa rewşa heyî ya li Kurdistanê jê re bikin. 

Weke xisûsa duyem jî wan xwest Meclîsa Şaredariya Frankfurtê şerê êrişê ê dewleta Tirk ê li dijî hiqûqa navneteweyî bi biryarekê şermezar bike.

Weke xisûsa sêyem wan xwest delegasyoneke partiya Keskan biçe Başûr û Rojavayê Kurdistanê da ku li wir nimûneyan bigirin û bi xelkê re bipeyivin da ku lêbikolin bê ma dewleta Tirk sîlehên kîmyewî bi kar tîne yan na. 

Weke xisûsa çaran wan xwest desteka ji bo rejîma AKP-MHP´ê were sekinandin û xisûsa pêncan û dawî jî sekinandina bi temamî ya firotina sîlehan ji bo Tirkiyeyê bû.

Çalakî serketî bi dawî bû

Di encamê de Rêveberiya Rêxistina Bajêr a Partiya Keskan daxuyaniyek da çapemeniyê û got, “Mafên mirovan gerdûnî ne û nabe bazar li ser wan bê kirin. Partiya Keskan a Frankfurtê her êrişa li dijî mafan û her weha êrişên niha yên Erdogan li dijî Kurdan li bakurê Iraqê û bakurê Sûrî şermezar dike. Em ê pêşniyaz biryarekê bibin meclîsa şaredariyê û ji bo ku bê qebûlkirin hewl bidin.” 

Piştî hevdîtinên bi rayedarên Partiya keskan a Frankfurtê re Defend Kurdistanê da zanîn ku çalakiya wan a dagirkirina avahiya Partiya Keskan serketî bi dawî bûye. Lê belê ew ê hîna lê binihêrin bêma ew ê sozên xwe bi cih bînin yan na. Ji bo vê jî îro wê hevdîtineke bi serokê koma Partiya Keskan di meclîsa şaredariya Frankfurtê de Dmitrios Bakakis re bi rê ve diçe.

FRANKFURT