Keskan Erdogan parast

Pêncşem 21 Tîrmeh 2022 - 22:12

  • Rêxistina Partiya Keskan a Frankfurtê bi helwêsta xwe nehişt bajar piştgiriya xwe bi Rojava re nîşan bide û êrişên dewleta Tirk ên li dijî Rojava û Başûrê Kurdistanê yên li dijî hiqûqa navneteweyî rûreş bike. 

LUQMAN GULDIVÊ / FRANKFURT

Gava ku aktîvîstên Defend Kurdistanê li semta Sachsenhausen a Frankfurtê 6´ê Tîrmeha 2022´yan avahiya Partiya Keskan dagir kir, rêveberên vê partiyê bi aktîvîstan re rûniştin. Daxwazên aktîvîstan diyar bûn û ji bilî daxuyaniya wan, di pankartên wan de jî xwe eşkere bû: Kurdistanê li dijî êrişên dewleta Tirk biparêzin. Wan ji rêveberiya bajêr a Partiya Keskan xwest ku bi biryareke weke ya şaredariya Krefeldê, şerên êrişê yên dewleta Tirk li dijî Kurdistanê rûreş bikin. Hingê rêveberiya Keskan a bajarê Frankfurtê soz da ku ew ê destekê bide biryareke bi vî rengî û ew biryara li Krefeldê jî hêjayî piştgiriyê dibîne. Lê zêde nekete navê; dawiya hefteya bihurî Partiya Keskan û partiya lîberal FDP´ê biryareke bi vî rengî ya Partiya Çep û yeke CDU´yê asteng kir. Yanî Partiya Keskan a Frankfurtê soza xwe binpê kir.     

Tişta ji derve xuya ew bû ku Partiya Keskan pêşî îdîa kir ku biryareke wiha ne acil e. Lê li ser malpera rêxistina wê ya bajêr tişta pêşî em dibînin, aleke mezin a Ukraynayê tevî nivîsa #WeSrandWithUkraine (#EmLiCemUkraynayêNe) ye. Helwêsteke eşkere ya siyasî, ne tişteke ku Partiya Keskan li Frankfurtê jê xwe bide alî.

Kesk û FDP’ê tenê man  

Piştî ku pêşniyazbiryara rûreşkirina êrişên delweta Tirk hat redkirin, partiyên din ên koalîsyona bajêr, SPD û Volt im Roemer her yekê daxuyanî dan û gotin, “em êrişên li dijî hiqûqa navneteweyî yên delweta Tirk ên li dijî bakurê Iraqê û bakurrojhilatê Sûrî şermezar dikin.” Bi vê helwêsta xwe jî wan beriya partiya Keskan jî karî helwêsta xwe nîşan bidin.

Axir herçî parastina Kurdistanê ye, tevî ku ji nîvê Nîsanê ve dewleta Tirk bê navber Başûr û Rojavayê Kurdistanê bombebaran dike, li Başûr deverên nû dagir dike, ji boi partiyê ne acîl bû. Jixwe helwêsta wê kir ku biryareke bi vî rengî bimîne piştî betlaneyê yanî Îlona bê. 

Piştre Partiya Keskan li Frankfurtê îdîa kir ku ji ber ku di koalîsyona rêveberiya bajêr de ne û peymana koalîsyonê ferz dike ku SPD, Partiya Keskan, FDP û Volt im Roemer bi hev re li ser mijaran dengê xwe bidin û hin endamên koalîsyonê biryareke bi vî rengê asteng dikin.

Di Îlonê de wê ti maneya wê nebe

Lê gava ku me berê xwe da kulîsan û heta agahiyên ku me ji nava rêxistina Keskan a Frankfurtê bi dest xistin, em dibînin ku esas yên ku biryar asteng kirine, Partiya Keskan û FDP´ê bûne. 

Ji endamên Meclîsa Şaredariyê yê Partiya Keskan Mehmet Agatay bi israr digot, ew ne li dijî biryarê ne, û biryareke bi vî rengî wê di Îlonê de dîsa bê rojeva meclîsa şaredariyê. Lê çima ileh Îlon? Çima ne hefteya bihurî?

Ew nebêje jî, ya em fêm dikin ew e ku Agatay di navbera biryara partiya xwe û Kurdbûna xwe de dirence. Wî got, partiya wî “Berê jî û niha jî li dijî êrişên hiqûqa navneteweyî binpê dikin û sûcên li dijî mirovahiyê xwedî helwêst e.”

Hincetên Keskan

Em di axaftina serokê fraksiyona Keskan a Frankfurtê Dimitrios  Bakakis a bi Defend Kurdistanê re ya hefteya bihurî de dibînin. Dimitrios Bakakis hingê ji aktîvîstên Defend Kurdistanê re got, “qismekî koalîsyonê” û wî esas îşaret bi FDP´ê dikir, li dijî biryareke weke ya meclîsa şaredariyê ya Krefeldê ye. Vê biryarê eşkere êrişên dewleta Tirk ên li dijî Başûr û rojava rûreş dikirin.

Lê wî îdîayeke dikin kir; qaşo “ew bi fikar e” ku biryareke bi wî rengî dikare di navbera Tirk û Kurdên li Frankfurtê de bibe sedema aloziyan. Esas li ser malpera wî tişta mirov pêşî dibîne, ne peyameke piştgiriya bi Ukrayanayê re bûya, ya ku li gorî mentiqê wî diviya bike ku Rûs û Ukraynî li Frankfurtê bi hev bikevin, belkî ev hincet cidî bûya.

Lê na, ne cidî ye û îşaret bi nejidilbûna fraksiyona wî dike.     

Ji sîxurê dewleta Tirk ditirsin!

Lê wî hinceteke din jî derxist pêş: Heger biryar bê erêkirin, endamê fraksiyona wî yên Tirk û Kurd ên ku li ber biryarê ranebûne, wê fikar û mitaleyan bikin ji bo xelkê xwe yên li Tirkiyeyê dimînin. Wekî din heger ev endamên Fraksiyonê biçin Tirkiyeyê, jî dibe ku zextên dewleta Tirk li wan bibin. Hingê jî mirov bivênevê dipirse, naxwe hûn çima siyasetê dikin? 

Tevî ku li ser pirsa min Mehmet Agatay got, erê ew li ser vê mijarê jî peyivîne, lê ew ne diyarker bûye di helwêsta partiya wî de, ji çavjaniyên din ên ji meclîsa şaredariyê, ez hîn bûm ku di dema kulîsan de ev meseleyeke sereke bûye. Heta ji rêveberiya rêxistina Keskan a Frankfurtê Tara Moradî ya ji Rojhilatê Kurdistanê, îdîa kiriye ku ev meseleyeke gelekî cidî ye. Yanî ji tirsa Erdogan nikarin li hiqûqa navneteweyî jî xwe xwedî derkevin. Diyar e ku Partiya Keskan îşaret bi Partiya BFF-BIG û endamê wê yê di meclîsa şaredariyê de Haluk Yildiz dike. Li gorî agahiyên me ji partiyan û kesên elaqedarî mijarê girtiye, Partiya Keskan eşkere neke jî ditirse ku Haluk Yildiz agahiyan yekser bide dewleta Tirk û  bibêje ka kê biryar erê kiriye û kê dengê xwe li ber ranekiriye. Hingê jî mirov bivê nevê dipirse: Ma sîxûr di meclîsa şaredariyê de bin, dest bi wan nabe, çima giliyê wî nayê kirin? 

Nehiştin sûcên dewleta Tirk bên rûreşkirin

Axir Partiya Keskan li şûna ku destekê bide biryareke meclîsa şaredariya Frankfurtê, pêşniyaz kir ku bixwe daxuyaniyeke bi heman naverokê bide. Tevî ku pêşniyazeke Partiya Çep jî hebû, wê destek da pêşniyaz biryara CDU´yê jî. Partiya Kesk çarşemê êvarê li ser mijarê civiya, û piştrast kir ku mijarê wê di civîna meclîsa şaredariyê ya Îlonê de ji nû ve minaqeşe bikin. Wê biryar da ku di demeke kurt de daxuyaniyeke weke ya SPD´ê bide û “êrişên dewleta Tirk” ên li dijî Başûr û rojavayê Kurdistanê şermezar bike. 

Tevî ku biryara meclîsa şaredariyê jî sembolîk e, îşaret bi piştgiriya ji bo mexdûrên êriş û komkujiyên dewleta Tirk dike. Û Partiya Keskan bi helwêsta xwe ev yek tevî FDP´ê asteng kir. Îdîaya acîlnebûna biryarê jî, bi êrişa dewleta Tirk a li dijî geştiyarên li Zaxoyê pûç bû. Heger Partiya Keskan û FDP´ê li ber biryarê ranebûna, meclîsa şaredariya Frankfurtê wê beriya dewleta Tirk bi topan pirraniya wan zarok û jin 9 kesan bikuje û 25 kesan birîndar bike, êrişkariya dewleta Tirk şermezar bikira û piştgiriya xelkê Başûr û Rojavayê Kurdistanê bikira.  

CDU û Partiya Çep nav li êrişkar kir

Pêşî pêşniyazbiryara Partiya Çep hat redkirin. Lê pêşnizareke din a bi heman rengî 
hebû û Partiya Çep destek da wê jî. Di pêşniyaza biryara lezgîn ya bi îmzeya serokê fraksiyona CDU´ya li meclîsa şaredariyê Dr. Nils Kossler de, CDU´yê dixwest ku şaredariya Frankfurtê “her aloziya li dijî hiqûqa navneteweyî, her wiha şerê dewleta Tirk li dijî Kurdan, Elewiyan, Êzîdiyan û gelên Xirîstiyan li Iraq û Sûriyê şermezar” bike. Wê her wiha dixwest bajarê Frankfurtê bide zanîn ku ew “li cem mexdûran û kesûkarên wan ên li Frankfurtê” ye jî. 

Wê her wiha xwest bajar bide zanîn ku ew “destekê dide komeleya 'Dostaniya bajaran a Frankfurt û Kobanê' bi şêwrê û bi bêşa ji bo başkirina rewşa jiyana licihê cih”.    

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.