• Li Meclîsa Biyaniyan a Darmstadtê, xweranegirtina li rengên neteweyî yên Kurd, kesk, sor û zerê, bû sedema nerazîbûnê.

MURAT MANG 

Li Meclîsa Biyaniyan a Darmstadtê, xweranegirtina li rengên neteweyî yên Kurd, kesk, sor û zerê, bû sedema nerazîbûnê.

Endamê meclîsê Firat Turgut, ev nijadperestiya li dijî Kurdan di ser medyaya dîjîtal re ragihand. Ew dibêje, “Piştgiriya piştre hêz û moral da min.” 

Turgut ji Adara bihurî ve ji lîsteya Roja Kurdistanê di Meclîsa Biyaniyan a Darmstadtê de ye. Ji bo amadekirina broşurekî ji bo meclîsa bi 21 endaman, Kanûna 2021´ê wêne hatin girtin. Di wêne de weke her car hemawiya kes û sor û zer li dor stûyê Firat Turgut bû, lê nijadperestên Tirk ên di meclîsê de ji ber van rengan êrişî wî kir. 

Li gorî şaredarê Elman jî sansur baş e 

Piştî ku bûyer hat bihîstin, em pê re peyivîn. Wî got, “Kanûna bihurî, wê ji bo broşurekî wêne bihatana girtin. Roja resim hat girtin, kesî tiştek negot. Piştî wê, di civîna pêşî ya meclîsê ya 16´ê Kanûnê de serokê meclîsê Ibrahim Akbulut (Ji lîsteya Die Internationale Gruppe) got, ji ber rengên hemawiya li dora stûyê min, nerazîbûna hin endamên meclîsê heye û pêşniyaz kir ku ev reng werin sansurkirin.”

 Firat Turgut got, ji ber ku di meclîsê de pirranî di destê Die Internationale Gruppe û Stimme für Darmstadt (lîsteya DÎTÎB´ê) yanî endamên Tirk pirraniya meclîsê ne û ji ber wê jî pêşniyaza sansurê erê kirine. 

Turgut her wiha xwe bi xwe jî rexne dike, ji ber ku nekarî nerazîbûneke xurt nîşan bide û birêxistin bike li dijî vê nijadperestiyê.

Firat Turgut da zanîn ku şaredarê Darmsadtê yê ji Partiya Keskan Jochen Partsch jî gotiye, ev biryara sansurê baş e û biryar erê kiriye.

Piştî ku bûyer di medyaya dîjîtal de belav bû, Interventionistische Linke Darmstadt (IL), Jusos Darmstadt (rêxistina ciwanan a SPD), Die Linke (Partiya Çep) û Kurdan ev biryara sansurê protesto kir. Turgut ji vê piştgiriyê razî ye: “Ez bi nasnameya xwe tevlî çalakiyên li Darmstadtê hemûyan dibim. Her kes min bi van rengan nas dike. Nûneriya nasnameya min in. Mesela piştgiriya bi Rojava re jî temsîl dikin ev reng. Nijadperestên Tirk ên di meclîsa biyaniyan de, li dijî her tiştê Kurdan in. Şaredar çûye, gotiye biryar rast e, ev helwêsteke alîgir e.”