Keşîşxaneya Deyr Yaqûbê hildiweşe!

Nûçeyên Jiyan/Civak

Duşem 29 Adar 2021 - 00:00

Li Rihayê Keşîşxaneya Deyr Yaqûbê ya ku wekî warê aştiyê jî tê nasîn, bûye sergo û warê defînegeran. 

Li Taxa Selçuklu ya navçeya Eyyubiye ya Rihayê Keşîşxaneya Deyr Yaqûbê ya texmînî ji sedsala 2’yan maye, her diçe hîn bêhtir kavil dibe. Defînegeran jî bi kolanên qaçax yekcar dêr anîn ber nemanê.  

Keşîşxane, gava hatiye avakirin du qatî bûye. Lê belê ji ber xemsarioya rayedarên dewleta dagirker, hilweşiyaye û niha bûye loda keviran. Li ddeverê şikeftên dîrokî, rêya kevin, sarinc û atolyeyên keviran û gelek bermayiyên dîrokî hene.

Şikeftên ku berê mirov tê de diman, niha wekî axurên heywanan tên bikaranîn. Li bakurrojavayê keşîxaneyê, goristanek heye. Li bin paceya goristanê, kîtabeyeke durêzikî heye û ev rêzik bi grekî û suryaniya Palmîrayê ne. 

Welatiyên herêmê dibêjin, heta beriya bi çend salan li vir malbat bi xwarinên amî li vir li hev dihatin. Lê belê ev adet, çendeke nemaye. 

MA/RIHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.