Kesên Şengal teslîm kir niha li serê pîlanan çêdikin
Sêşem 3 Tebax 2021 - 04:04
Konseya Rêveber a KNK’ê bi boneya salvegera 7’an a Qirkirina li ser Civaka Êzîdî ya bi destê çeteyên DAIŞ’ê daxuyaniyek da û şehîdên fermanê bibîr anî.
Daxuyaniya KNK’ê ya bi boneya salvegera 7’an a Fermanê wiha ye: “Şovenîzma Erebî, fanatîzm û kevneperestiya Îslamî di perspektîfa dijî Kurd û Kurdistanê da gihiştin hev û di bin kirasê DAIŞ’ê da ji dergehê Şengalê ve êrişî Kurdistanê kirin.
Şengal, warê qedîm yê xelkê me yê Êzîdî, bi plan bû hedefa êrişa DAIŞ’ê. Ji vê êrişa DAIŞ’ê hemû dagirkerên Kurdistanê memnûn bûn. Îran, Tirkiye û hetta rêvebiriya Bexdayê, rejima şovenîst ya Şamê bi zêdehî ve razî bûn. DAIŞ bû pêşenga bîr û hizir û hisên antî Kurd û antî Kurdistan yên van merkezên dagîrkeriyê.
Teslîmî DAIŞ’ê kirin niha jî li ser Şengalê pîlanan çêdikin
Bi hezaran jinên ji xelkê me yê Êzîdî di bazara xwe ya qirêj da kirine dîl û firotin. Tecawuzkariyeke bêtixûb li ser jinan kirin. Yên ku ji ber vê xezeba DAIŞ’ê revî bi sefaleteke mezin xwe gihandin cih û warên dî yên Kurdistanê. Çiyayê Şengalê dîsa ve bilindahiya xwe kire stargeha xelkê xwe yê Êzîdî. Ev kiryara encam trajîk ya jenosîdal ya li ser xelkê me yê Êzîdî, Kurdistan û dinya hejand. Kurd, Kurdistanî ji her milî ve çûne hawara xelkê xwe yê Êzîdî. Teybetî gerîlayên HPGê, hêzên YPG û YPJ’ê qehremanî û fedakariyek mezin nîşan dan, bi lezgînî mûdaxele kirin û pêşiya êrîşan girtin.
Herî zêde dewleta Tirk dilşa bû
Mixabin hêzên ku lazim bû Şengal biparêzin, hêzên wê demê li Şengalê bûn û ji parastina Şengalê berpirsya bûn, wan hêzan Şengal neparast û ew jî bû sedem ku ev karesata mezin li serê gelê me yê Êzîdî hat. Şengal û gelê Şengalê teslîmî DAIŞ’ê kirîn, bê ku hesabê xwe bidin, niha planan li ser Şengalê çêdikin. Van hêzan ku yek jê rêveberiya Başûr beşê PDK’ê ye, yek jê jî hukumeta Bexdayê ye, par
9’ê Cotmehê bê ku pirs li gelê Şengalê bikin, peymanek çêkirin û dixwazin carek din Şengal û gelê Şengalê bê parastin bihêlin û bê îrade bikin. Balkêş e ji vê peymanê herî zêde dewleta Tirk dilşa bû. Çawa di dagîrkirina Şengalê de dewleta Tirk hevkariya DAIŞ’ê kir, di peymana 9’ê Cotmehê de jî destê dewleta Tirk heye. Gelê Şengalê û hêzên parastina Şengalê vê peymanê qebûl nakin û dijê wê radiwestin. Pêwîste îradeya gelê Şengalê bingeh bê girtin û planên cuda li ser wan neyêne ferzkirin. Gelê Şengalê ji ber nasmeya xwe ya Êzîdî, eve serê sedan salane bi êrîşên hovane re rû bi rû dimînin. Ev rewş rastiyekî derdixe holê ku pêwîste hem Şengalî xwe biparêzên û hem jî xwe rêvebibin. Ji bo vê yekê divê di nava Kurdistanê de, Şengal xwedî statûteyek teybet û xweser bin.
Bibe sebebê tifaqa navxweyî
KNK hêvî dike ku bîranîna vê jenosîda bi serê xelkê me yê Êzidî hatiye anîn, bibe sebebê tifaqa navxweyî û Kurd û hemû pêkhateyên Kurdistanê mil bi milê hev, welatê me Kurdistanê ji bin nîrê kolonyalîzmê rizgar bikin û azadiyeke kamil diyarî xelkê me bikin.” BRUKSEL