Kesên nenas Ahmed Muxtar Beg Caf kuştin!

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 7 Sibat 2024 - 00:25

Ehmed Muxtar Beg Caf di sala 1898’an de li Helebceyê ji dayîk dibe û yek ji helbestvanên navdar ên Kurd e. Ji bilî zimanê Kurdî, Farisî, Tirkî, Erebî û Ingilîzî jî di zanî. Helbestvanê Kurd di 6’ê Sibata 1935’an de li ser rûbarê Sîrwan hatibû kuştin.

Ehmed Muxtar Beg kurê Wesman Paşayê Mezin Caf û kurê Adîle Xanime. Adîle Xanim bi xwe keça mîrê Baban e. Jineke bihêz e û li herêma Erdelan pêşengtî kiriye. Ehmed Muxtar Beg di sala 1898’an de li Helebceyê jidayîk dibe. Ehmed tevî ji ti dibistanan mezûn nebûbû jî, lê ji bilî zimanê Kurdî, Farisî, Tirkî, Erebî û Ingilîzî jî dizanî.

Ehmed Muxtar Beg hema bêje di hemû warên hunerî de xwedî nivîse û xwedî gelek helbestên bi nav û deng yên nîştimanîne. Ehmed Muxtar Beg di sala 1922’yan de bibû qeymeqamê Helebceyê. Di sala 1924’an de bû nûnerê kurê damezrênerê dewleta Iraq û heya sala 1935’an ev karê xwe dewam kir.

Ehmed Muxtar di temenê xwe yê 20 saliyê de zewicî bû û 2 kur û 3 keçên wî hebûn. Ehmed Muxtar Caf di 6’ê Sibata sala 1935’an de li ser rûbarê Sîrwan ji aliyê hinek kesên nenas ve hate kuştin û cenazeyê wî jî li rexa birayê wî Tahîr Beg, li gundê Ebabelê ya nêzî Helebceyê hatiye veşartin.

ROJNEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.